Mervan Yildiz: Em ê bi gel re bixebitin

  • 09:06 18 Hezîran 2020
  • Ramyarî
Medya Uren
 
AMED - Hevşaredara Erxaniyê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin Mervan Yildiz diyar kir ku 40 sal in li herêmê polîtîkayeke şer tê meşandin û got: "Li hemberî êrîşan jî me dev ji xeta xwe ya xebatê berneda. Xebatên me bi şaredariyan re ne sînordar in, em ê di nav gel de bin û bi gelê xwe re bixebitin." 
 
Wezareta Karên Hundir, qeyûm tayînê 45 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û mazbatayên 6 hevşaredaran jî nehatibûn dayîn. Bi tevahî niha 12 şaredarî di destê HDP'ê de ne. Yek ji wan şaredariya Erxaniyê bû. Di 23’yê adarê de qeyûm tayînî şaredariyê kirin û hevşaredar jî peywîrê girtin. Piştî ku qeyûm tayîn kirin di serî de xebatên jinan hatin rawestandin û projeyên ku feydeyê dide şêniyên navçeyê hatin rawestandin. Hevseroka şaredariya Erxaniyê ya ku li şuna wê qayûm hatibû tayînkirin Mervan Yildiz derbarê polîtîkayên qayûmê û êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan de ji ajansa me re axivî. 
 
Mervan di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên hikûmetê yên li ser HDP'ê û wiha got: "Cara yekem di hilbijartinên 2013'yan de pergala hevserokatiyê di şaredariyên HDP’ê de hat pratîzekirin. Ji ber vê jî em bûn hedefa êrişên hikûmetê. Piştre jî qeyûm tayînê şaredariyan kirin û komeleyên ku girêdayî şaredariyan hatin girtin û xebatên çandê hatin rawestandin. Qayum raste rast tayînê vîna gel kirin. Di hilbijartinên 2019’an de gelê me bersivek xurt nîşanî êrîşkaran da. Lewra di demek kurt de hikûmet dubare qayûm tayînê şaredariyên me kirin. Weke her carî êrîşeke raste rast li ser deskeftiyên jinan hat kirin." 
 
‘40 sal in polîtîkayeke êrîşê hene'
 
Mervan da zanîn ku hemû şaredariyên HDP'ê ji bo jinê xebatên cuda dihatin meşandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Êrîşa li hemberî şaredariyan di esasê xwe de êrîşên li hemberî jinê bû. Bi tayînkirina qayûman re jin ji kar hatin derxistin û komele bi êrîşan re rûbirû man. Bi êrîş û gefan xwestin jinê heqsê malê bikin. Em ne biyaniyên wan şeran e û 40 sal in polîtîkayeke şer heye. Ji ber vê jî em tu carî dev jî xeta xwe ya meşandina xebatê berdandin."
 
‘Hewldanên me ji bo berjewendiyên civakê ne' 
 
Mervan bal kişand li ser projeyên jinan û wiha dom kir: "Hemû hewildanên me ji bo berjewendiyên civakê bûn, ji bo vê yekê jî me projeyên xwe bi şeniyan re parvedikir û nêrînên wan digirt. Ji bo xebatan me anketek da destpêkirin û me xwest em li gorî daxwazan xebatan bidin meşandin. Di nava projeyên me de vekirina qursan hebû û bi qursan me xwest em jinê ji malê derxin. Piştre şêniyên navçeyê dihatin pêşniyarên projeyan dikirin. Di pêvajoya xebatê de me ji bo jinên ku li gund tên navçeyê û cihê ku biçin tunebe me cihên bêhnvedanê vekir, cihê tenûrê ava kir û di malên taziyê ên jinan de me çen guhertinan pêk anîn."
 
‘Em ê  bi gel re bixebitin'
 
Mervan, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman darbeyek e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Qayûm darbeyeke û li hemberî demokrasiyê pêk hat. Xwestin rengê jinê ya di qada siyasetê û di her qada jiyanê de qut bikin. Lê divê baş were zanîn ku xebatên me bi şaredariyê re ne sînordar in em di nava gel de, bi gel re bixebitin."