‘Em ê li Amedê bêjin êdî bes e!'

  • 09:19 17 Hezîran 2020
  • Ramyarî
AMED - Amedekariyên pêşwazîkirina "Li dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" li Amedê hat bidawîkirin. Siyasetmedarên jin banga pêşwazîkirina meşê li welatiyên Amedê kir û gotin: "Meşa me dê li dijî êrişên îqtîdara AKP'ê bibe bersiv. Em ê bi hev re bêjin êdî bes e!" 
 
'Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" ya ku ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatî destpêkirin ligel hemû astengî û êrîşan didome. Meşa ku di 15’ê hezîranê de ji Colemêrgê dest pê kiriye dê îro bên Amedê. Welatiyên Amedê dê jî dê îro pêşwaziya meşê bikin. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kiliç,
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zeynep Uren û Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mekiye Akdag derbarê meşê de ji ajansa me re axîvin. 
 
‘Ji bo em xwedî li mafê xwe derkevin em ê bimeşin’
 
Esengul, di destpêkê de bal kişand li ser armanca meşê û got: “Rewşa Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn li ber çavan e. Rewşa aboriyê û antîdemokrasiyê gihiştiye asta herî bilind. Li Tirkiyê ji bo ku kesek bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive tê kuştin. Li herêmên kurdan êrîş pêk tê. Kesên ku li hemberî van êrîşan bibin bersiv jî partiya HDP’ê ye. HDP’e partiya jin, zarok, ciwan û ya tevahiya civakê ye. Pir rengiye û hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn xwe di nav de dibînin. Ji ber vê yekê ye ku îro rastî van êrişan tê. Li hemberî van êrişan, ji bo rêxistinkirina civakê, xwedî li derketina maf, azadî û demokrasiyê pêwîstî bi meşek wiha hebû."
 
‘Zimanê demokrasiyê çalakiye’
 
Esengul, da zanîn ku dê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û wiha dom kir: "Divê gel rêxistin bibe li hemberî hemû bê mafiyan. Îro vîna me tê desteserkirin, li dijî meşen me yên demokrasiye êrişek hovane pêk tên. Li dijî faşîzmê em ê bi berxwedan û têkoşînê bibin bersiv. Zimanê demokrasiye çalaki ye, ji ber wê yekê ji divê gel êdî serî rake. Werin em berteka xwe li kolanan nîşan bidin."  
 
‘Em ê bi hev re bêjin êdî bes e’
 
Zeynep, ji di axaftina xwe de bal kişand ser vexwendina gel a meşê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji aliyê îktidarê ve li ser Gelê Kurd êrişeke taybet tê meşandin. Ev darbe li ser her qadê ve tê birêvebirin. Gelê Kurd ji bo parastina vîna xwe û mafê xwe yê demokrasiye divê serî rakin. Ji bo pêşwazîkirina heyheta HDP’yê divê em meşeke mezin li dar bixin. Colemêrg bû bersiva êrişan. Lê hikûmeta ku ji van bersivan tirsiya dubare êrişek da destpêkirin. Meşê asteng kirin û gelek parlementeran darp kirin. Ev bi serê xwe ji feraseta wan dide nîşa kirin. Werin em bi hev re ji van nêzîkatiyan re bibêjin êdî bes e. Roj roja rêxistinbûyîn û serhildanê ye.”
 
‘Divê jin serkêşiya meşê bikin’
 
Mekiye,  ji bal kişand li ser girîngiya kombûna welatiyan û wiha got: “Divê bi taybetî jin xwedî li ve meşê derkevin. Ji ber ku di demên dawî de bi taybetî ji li ser jinan êrişek tê meşandin. Komeleya jinan rastî êrişê hatin, di jimarek zêde de jin hatin girtin û parlementeriya Leyla Guven hat betalkirin. Ji bo azadî û demokrasiyê divê jin pêşengiya meşê bikin. Werin em bi hev re meşê pêşwazî bikin.”