‘Em ê li dijî xespkirina îradeyê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin’

  • 09:07 16 Hezîran 2020
  • Ramyarî
AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen beriya meşa ku wê li Amedê pêk bê bang kir û got: “Em ê li dijî kesên ku îradeya gel xesp dikin û êrîş dikin, têkoşîna xwe ya demokrasiyê mezin bikin.”
 
HDP’ê piştî ku parlamenteriya parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farîsogullari hat xistin û hatin girtin şûnde biryara ‘Meşa Demokrasiyê ya li dijî Darbeyê’ girt û di çarçoveya vê de serdanên gel jî pêk tên. Starta meşê duh li Edîrne û Colemêrgê hat dayîn û HDP’iyên ku dixwestin derbasî Edîrneyê bibin rastî êrîşa polîsan hatin û gelek kes hatin binçavkirin. Bajarên li ser guzergaha meşê jî yên weke Kocaelî, Wan, Tekîrdagê jî ketin û derketin hatin qedexekirin.
 
Di çarçoveya bernameyê de hevdîtinên gel hatin kirin
 
Baskê meşa wê ji Colemêrgê dest pê bike di 17’ê Hezîranê de wê ji Wanê derkevin û di 18’ê Hezîranê de bên Amedê. Piştî pêşwazîkirina li Amedê şûnde wê li navend û navçeyan hevdîtinên gel pêk bên û di 19’ê Hezîranê de heyeteke bi komê re biçe Edeneyê. Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Hulya Alokmen, da zanîn ku di çarçoveya bernameya meşê de bi rojane amadekariyan dikin û di çarçoveya vê de bi gelên navçe û gundan re hatine cem hev, bi esnafan re hatine cem hev.
 
‘Em ji bo gelê xwe bûn partiyeke vekirî’
 
Hulyayê destnîşan kir ku xebat û serdanên ku dikin divê tenê di çarçoveya bernameyê de neyê destgirtin û got: “Bi mehane em wek HDP li bajar xebatê dimeşînin, li deriyê gelê xwe dikin û daxwaz û rexneyên wan guhdar dikin.Bi kampanyayê re me ev çalaktir meşand. Me bi gel re gelek pirsgirêk nîqaş kirin . Em di her şert û mercî de ji bo gelê xwe bûn partiyeke vekirî. Ev partî ya wan e. Her rêveber, her parlamenter û her endamekî vê gel bixwe ye.”
 
‘Em li dijî darbeyê banga têkoşînê dikin’
 
Hulyayê balkişand ser êrîşên li hember partiyê û got ev polîtîkayeke dewletê ye û got: “Tayînkirina qeyûman, xistina parlamenteriyan, astengkirina xebatên ‘Kampanya Xwişk û Bira’, operasyonên qirkirina siyasî, êrîşên li hember jinan. Em ê li dijî darbeya li hember îradeyê û darbekaran xebatên çalak bimeşînin. Em bang li gel dikin ku li dijî xespkirina îradeyê têkoşîn bê mezinkirin.”