Tulay Hatîmogullari: Teblîg nîşaneya serdestiya faşîzmê ye

  • 09:04 15 Hezîran 2020
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di hişê gelan de daxwaza guherînê derketiye holê û got: “Dema mirov li teblîgan dinêrin tu aliyekê wê yê mantiqî tune ye. Teblîgên ji bo me tên şandin, nîşaneya daxwaza serdestiya faşîzmê ye.”
 
HDP’ê pêngava ewil a kampanyaya der barê zextên li hember partiya wan hatiye destpêkirin û li dijî qeyûman da destpêkirin, ‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ wê li Colemêrg û Edîrneyê dest pê bike û di 20’ê Hezîranê de wê li Enqereyê bi dawî bibe. Li guzergahan jî amadekarî tê kirin. Lê li aliyê din jî wezareta karê hundir giştînameya qedexeya ketin û derketina bajaran şand. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari ku wê di lingê Colemêrgê de cih bigire, der barê qedexeyan de nirxandin kir.
 
‘Hêrsa xwe ji HDP’ê derdixe’
 
Tulayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku kampanya ku partiya wan daye destpêkirin berpirsyariya dide wan û got gelên Tirkiyeyê hatine asteke bêzarbûnê û wiha got: “Ev demeke dirêje ji bo guherîna rejîma li vî welatî alarm hatiye dayîn û di vê mijarê de pêşketin çêbûn. Di pêvajoya pandemiyê de AKP û alîgirên wê zext û zor zêdetir xist dewrê. Berê li hember HDP, aliyên çpe, tevgera jin û ciwanan zext hebûn, niha li hember hemû aliyên civakê zext hene. Li hember baro û odeyên pîşeyî mudaxale hene. Tayînakirin qeyûman heye. AKP ji ber şaredarî winda kirin, ji bo tolê bigire bi HDP’ê re mijûl bû. Qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê kir.”
 
‘AKP polîtîkayên neolîberal pêk tîne’
 
Tulayê destnîşan kir ku hedefa AKP’ê ne tenê HDP ye, hemû muxalefeta civakî ye û got: “Vê di pêvajoya pandemî de zêdetir bandora xwe da hîskirin. Mirov di bin sînorê birçîbûnê de dijîn.AKP li şûna li dijî xizaniyê têbikoşe, polîtîkayên neolîberal pêk tîne. AKP ji ber hilbijartineke heyî ya zû, der barê ku gelo HDP wê di bin bendê de bimîne an na de anketan dike û ji ber HDP di ser bendê de cih digire, desthilatdarî her tim mekanîzmayên dewletê dike dewrê. Em jî ji ber vê dibêjin ku ‘êdî kêr gihiştiye hestî’. Divê em vê rastiyê bibînin. Ji ber vê jî HDP’ê ev xeta çalakiyê xist dewrê.”
 
‘Teblîga şandine nîşaneya faşîzmê ye’
 
Tulayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya meşê wezareta karê hundir giştîname şandiye walîtiyan.Ji bo teşkîlatên me yên navend û navçeya teblig şandine. Ev teblîg di esasê de hiqûqê binpê dike, li dijî destura bingehîne. Teblîgên hatine şandin jî nîşaneya faşîzmê ye. Dema mirov li teblîgan dinêrin tu aliyekê wê yê mantiqî tune. Daxwaza guherînê di hişê gel de cihê xwe girtiye. Ev desthilatdarî divê biguhere, wekê din rizgariya vî welatî tune. Emê sekna xwe ya bi biryar bidomînin.”