Li Colemêrgê amadekariya meşê didome

  • 10:10 13 Hezîran 2020
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Li Colemêrgê xebatên "Li dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" didomin, Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP'ê ya Colemêrgê Sînem Seven, diyar kir ku ligel Colemêrg ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin jî xebatên xwe yên teşhîrkirina xespkirina vîna gel didominin û got: "Meşa ku dê li vir bê destpêkirin dê bandorek erênî li ser welatiyan bike û em bang li welatiyan dikin û dibêjin tevlî meşê bibin."
 
"Li dijî Darbereyê Meşa Demokrasiyê" a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 15'ê hezîranê ji Colemergê û Edîrneyê bê destpêkirin. Meş dê di 20'ê tîrmehê de li Enqereyê bi dawî bibe. Meş dê hefteyek bidome û li hemû bajaran dê daxuyanî bên dayîn û bi gel re bicivin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevseroka Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û bi tevahî 22 parlamenter tevlî meşa li Colemêrgê bibin. 
 
Di çarçoveya xebatan de li bajêr û navçeyên wê xebat hatin destpêkirin û bangewazî hatin kirin. Her wiha li tax û kolanan belavokên bangewaziyê hatin belavkirin. Welatî eleqeyeke baş nîşanî xebatan didin. Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP'ê ya Colemêrgê Sînem Seven ji ajansa me re qala xebatan kir. 
 
Sînem, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser betalkirina wekîltiya Leyla Guven û Mûsa Farisogullari û wiha axivî: "Demên borî jî li hemberî HDP'ê êrîş dihatin kirin. Hevserokên Giştî yê HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin girtin û her wiha parlamenter hevşaredarên hatin girtin. Divê li dijî vê yekê helwestek bê nîşandan. Ev çalakî ne tenê li dijî xespkirina vîna Colemêrgeyê bi tewayî li hemberî xespkirina vîna Gelê Kurd e."
 
Sînem, di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li hemberî Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê û got: "Colemêrg li hemberî polîsan ve hatiye dorpêçkirin û dixwazin welatiyên li vir biçewisînin. Tehemûlê daxuyaniyên me nakin, lê em dîsa li gel hemû zext û zordariyan xespkirina vîna gel teşhîr dikin. Em ê vê tiştî jî bidomînin. Ji bo vê meşê em bi rojane dixebitin û gel agahdar dikin. Meşa ku dê li vir dest pê bike ji bo welatiyên li vir kêyfxweşiyek e. Biryara çalakiyan bandoreke erênî li ser welatiyan kir."
 
Sînem di dawiya axaftina xwe de bangewaziya tevlîbûna meşê kir.