'Li dijî şîdetê em bi hev re têbikoşin'

  • 09:11 12 Hezîran 2020
  • Ramyarî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ku Meclîsa Jinan a HDP’ê daye destpêkirin de wê gelek bernameyan pêk bînin û bang li hemû jinan kirin ku bên gel hev û bi hev re têbikoşin.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê, li dijî êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan, starta kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ dan û wê mehekê bidome. Ji bo kampanyayê li gelek bajaran wê daxuyanî bê dayîn. Hevseroka HDP’a Edenê Gulseren Tural der barê kampanyayê de nirxandin kir.
 
Gulserenê destnîşan kir ku ji bo ku ji krîza ku kapîtalîzmê afirandiye, desthilatdarî ji binpêkirina ked û dijminahiya jinan xwedî dibe û wiha got: “Desthilatdarî bi polîtîkayên ku pêk tîne carek din nîşan da ku li dijî civak, gel û jinan e. Li Tirkiyeyê tifaqa AKP-MHP’ê mafê hilbijartinê ya gelê Kurd tune hesibandiye, darbe li îradeya gel xistiye, li hember çand û zimanê gel êrîş pêk aniye. Êrîşê pergala me ya hevserokatiyê kirin û mafên jinan xesp kiriye.”
 
‘Êrîşî saziyên jinan kirin’
 
Gulserenê daxuyakirin ku darbe li îradeya gel hatiye xistin, parlamenteriya parlamenterên HDP’ê Leyla Guven Musa Farisogullari û parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu hatiye xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bloka faşîst ya AKP-MHP’ê tevî hemû hişyariyên meclîsa jinan, sazî û rêxistinên jinan, li dijî şîdeta li hember jinê tedbîr negirtiye. Êrîşî saziyên jinan yên têdikoşin kirin. Meclîsa me ya jinan jî li dijî vê kampanya daye destpêkirin.”
 
Gulserenê bi lêv kir ku wan wek Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edenê di vê çarçoveyê de der barê qanûna îstîsmarê de ya ku tê xwestin bînin rojevê de daxuyanî dane û pankartên weke ‘Efûya îstîsmarê nabe’ li nokteyên bajar daliqandine û her wiha got ku wê rozetên wek ‘ji îstîsmara zarokan re na’ û her wiha bernameyên radyoyê yên herêmî pêk bînin.
 
Gulserenê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî polîtîkayên dijminê jin, zarok, kedkar û xwezayê wê jin bi berxwedanê bersiv bikin. Em jin dizanin ku bloka tifaqê faşîzmê ferz dike. Me wek meclîsê Jinan yên HDP’ê kampanya da destpêkirin. Em ê xwedî li mafên xwe derkevin û li dijî êrîşan têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi hev re têbikoşin.”