Di meşa demokrasiyê de wê jin daxwazên xwe bînin ziman

  • 09:19 11 Hezîran 2020
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HDP’ê ku wê tevlî ‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ ya partiya xwe bibe, wê daxwazên xwe bînin ziman û bi rêxistinên jinan re bibin hevkar. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur, got li dijî tiştên tên ferzkirin wê di meşê de dengê xwe bilind bikin.
 
HDP ‘Meşa Demokrasiyê ya li dijî Darbeyê’ wê di 15’ê Hezîranê de li Colemêrg û Edîrneyê bide destpêkirin û di 20’ê Tîrmehê de wê li Enqereyê bi dawî bike. Li bajarên li ser rê wê saziyên civaka sivîl, sazî û gel bên cem hev. Meclîsa Jinan a hDP’ê jî wê 15’ê Hezîranê li ber Girtîgeha Edîrneyê tevlî meşê bibe. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur jî got li dijî zextanên li ser jinan, êrîşên zayendî li dijî zarokan, destkeftiyên jinan û hevserokan wê dengê xwe bilind bikin.
 
‘Divê gotina jinan jî hebe’
 
Besriyeyê da zanîn ku wê daxwazên Meclîsa Jinan a HDP’ê jî hebin û diyar kir ku di dema AKP û MHP’ê de zextên li ser jinan gelek zêde bûne û got: “Em dixwazin jinan bikşînin qada civakî. Nîvê civakê jin in, divê gotina jinan jî hebe. Kuştinên jinan zêde bûne, bi qanûna înfazê re kujerên jinan hatin derxistin. Di rojên borî de li Karşiyakayê jinek din hat qetilkirin. Em dizanin ku di vê dema desthilatdariyê de qetilkirin zêde bûne. Em ê vê biqîrin. Niha dixwazin êrîşên zayendî bikin qanûn. Em ê li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Em ê şîdeta li ser siyasetmedarên jin jî bînin ziman.”
 
Besriyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ ya Meclîsa Jinan daye destpêkirin, bi hemû komên jinan re parve bikin û wiha banga tevlîbûna meşê kir: “Ev ne pirsgirêka HDP’ê, ya hemû Tirkiyeyê ye. Divê hemû kes tevlî meşê bibe.”