Meclîsa Jinan a HDP'ê starta kampanyaya xwe da

  • 16:02 8 Hezîran 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma 'Têkoşîna jinê li her derê ye' li Parka Kuguluyê da û gotin: "Em ê bi hev re bibin tirsa îktîdara mêr."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta kampanaya xwe ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" ku wê mehekê berdewam bike li Parka Kugulu ya Enqereyê daxuyaniyekê da. Di daxuyaniyê de Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran û parlamenterên jin ên HDP'ê, Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên jin di daxuyaniyê de amade bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî înfaz êrîşên zayendî û qeyûman em hene têkoşîna jinê li her derê" hat vekirin. Li ser pankartê ji ber ku qeyûm hatibû nivîsandin polîsan pankart asteng kir li ser astengkirinê, Fîlîz Kerestecîoglu û Dîlan Dîrayet Taşdemîr pankart li nava xwe gerandin. Di daxuyaniyê de dirûşmên, "Berxwedan jiyane", "Hevserokatî xeta me ya mor e" , "Efûya êrîşên zayendî tune ye", " Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. 
 
'Carekedin dijminatiya xwe ya li hember jinan nîşan dan'
 
Di daxuyaniyê de Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: "Li Tirkiye û hemû cîhanê kapîtalîzm di kirîzê de ye. Ji bo ku kapîtalîzim ji nav vê kirîzê derkeve serî li rêyên cuda dide, wekî afrandina gotinên nebaş ên nefret û kînê, birêxistinkirina nijadperestiyê, êrîşkirina maf û destkeftiyên jinan, her wiha bi vê yekê dixwazin rê li ber desthilatdariyeke rastgir vekin ya ku mafê karker û kedkaran bêtir binpê dike û desthilatiyeke faşîstijadperest li ser gelan ferz bikin. Ji aliyekî din ve bi polîtîkayên xwe yên di dema belavbûna Covid-19'ê de aşkera dan xuyakirin ku ew çiqasî li dijî jinan, gelan û civakê ne. Berpirsên van nexweşî û belayan pergala birêvebirina dewletên kapîtalîst e. Ev nexweşî û pandemî ji xwe re kirin wekî firsendekê ku pergalên faşîst bêtir otorîter bikin. 
 
'Leyla Guven jiyana xwe fedayî têkoşîna jinê kir'
 
Ayşe, da zanîn ku hevalbendên desthilata hikûmta tirk a AKP/MHP'ê ev pandemî ji xwe re kirin wekî firsendekê û bi riya keyûman êrîş birin ser destkeftiyên gelê kurd û maf û vîna hilbijjêran tune hesibandin, darbe li dijî vîna gel pêk anîne. Ayşe wiha got: "Ne bi tenê vîna gelê kurd xesb kirin lê êrîşên xwe li dijî çand û zimanê kurdan jî berdewam kirin. Êrîşên xwe birin ser pergala hevserokatiyê, hewl didin ku hemû destkeftiyên jinan jî xesb bikin û wekî berdewamiya van êrîşan darbeya ku di van rojên dawî de li dijî parlementeran pêk hat û parlamenteriya 3 wekîlan betal kirin. Yek ji wan parlamenter û hevseroka KCD û parlementera Colemêrgê rêzdar Leyla Guven bû ku hemû temenê xwe dayî rêya têkoşîna ji bo azadiya Gelê Kurd û di vê rêyê de gelek bedelên giran jî dane."
 
'Em azadî û wekheviyê esas digirin'
 
Ayşe, diyar kir ku îqtîdara faşît di pêvajoya pandemiyê de êrîşên xwe li hemberî têkoşîna jinê, berxwedana jinê, parlamenter û siyasetmedaran dom kir û got: "Îqtîdar li hemberî destkeftiyên jinan, gelê ku daxwaza mafên xwe dikirin, welatiyên ku li kolanan li ber xwe didan êrîşeke mezin pêk anî. Çend êrîş bikin jî hersa gel nekarin bidin sekinandin. Em jin jî azadî û wekheviyê esas digirin."
 
'Êrîşkar û tacizkar serbest hatin berdan'
 
Ayşe, di axaftina xwe de bal kişand ser bangewaziya hikûmetê ya "Jiyan di malê hilte" û wiha axivî: "Ligel hişyariyên Meclîsa Jinan, sazî û dezgehên jinan li dijî şîdeta li hemberî jinê tu tedbîrên ber bi çav nehatin girtin. Li şûna tedbîran bigirin, Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an ji meriteyê rakirin. Komeleyên ku li dijî şîdetê têdikoşin bi êrîşan re rûbirû man. Mînaka herî dawiyê jî endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa  û aktîvîstên Tegera Jinên Azad (TJA) hatin binçavkirin û hatin girtin. Her wiha bi Qanûna Înqazê êrîşkar û tacizkar serbest hatin berdan." 
 
'Em di têkoşînê de bi biryar in'
 
Ayşe, bal kişand ser polîtîkayên dijminatiyê ya îqtîdara AKP'ê û MHP'ê û wiha bi lêv kir: "AKP û MHP'ê dev jî gotinên xwe yên 'asayîbûnê' bernadin. Bi navê 'asayîbûnê' çavberdan destkeftiyên jinan a ku bi kedeke mezin hatine bi dest xistin. Ji bo wan 'asayîbûn' kuştina jinê û xwekuştina jinê ye. Ev tişt ji bo wan asayiyê. Ji bo wan windabûna Gulîstan Doku asayî ye. Êrîşên ku pêk hatin ne nû ye û demên borî jî hebûn. Lê tiştên ku ew nabînin an jî naxwazin bibînin. Jin li Kurdistan, Tirkiye, Lûbnan, Frans, Amerîka û her derê cîhanê li dijî êrîşan li ber xwedan. Qadên xwe terk nekirin. Me, mîrasa têkoşîna xwe ji Rosayan, Clarayan, Sarayan, li Newyorkê jinên kar ên tekstîlê, ji berxwedana Geziyê û jinên ku di 8’ê Adarê de li qadan azad bûn, girtine. Em di domandina vîna wan ên têkoşînê de bi biryar in."
 
'Têkoşîna jinê li her derê ye'
 
Ayşe, da zanîn ku ger li dijî destkeftiyên me yên jinan êrîş hebin li hemberî vê yekê jî biryardariya jinan a têkoşîn û berxwedan heye û wiha dom kir: "Di vê pêvajoyê de jî li dijî rêxistinbûyîna serdestiya mêran wekî Meclîsa Jinan a HDP’ê, kampanyaya bi navê ‘TÊKOŞÎNA JINAN LI HER DERÊ YE’ ku dê mehekî bidome, didin destpêkirin. Wekî Meclîsa Jinan a HDP’ê, starta kampanyaya ku me dayî destpêkirin, bi hevserok û hevberdevkên me û wekî HDK û DTK’ê dê bi gotina ‘EM HENE, EM LI VIR IN, TÊKOŞÎNA JINAN LI HER DERÊ YE’ bidin destpêkirin. Li mal, kolan, meclîs, cihê kar; bi kurtasî li her qadên jiyanê em ê xwedî li mafên xwe derkevin." 
 
Xebatên ku bên kirin wiha hatin rêzkiri; 
 
* Li dijî qanûna îstîsmarê ku tê xwestin li meclisê bê derbaskirin, em ê bêjin ‘Efûya îstîsmarê nabe’.
 
* Li dijî Qanûna Înfazê ku ji bo girtiyên siyasî tê wateya mirinê lê çeteyan, dizan, tacîzkarên jinan û faîlên tundiyê dide berdan, em ê kolanan neterikînin. 
 
* Em ê bi gotina ‘Hevserokatî Xeta me ya Mor e’ destûrê nedin qeyûmên ku dijmînê jinan in, bajarên me bikin bajarên mêran. 
 
* Li dijî qetlîamên jinan ku veguheriye qirkirina zayendî em ê xwe bi gotina ‘tehemûla me ji bo kêmbûna yek kesî jî tuneye’ li her derê bi birêxistin bikin. 
 
* Divê tifaqa mêran a AKP-MHP’ê bizanibin; em ê mafên xwe yên ku hatine bidestxistin radestî însafa wan nekin. Em Jin dizanin ger bihevre bin em xurt in. Yê ku me bide jiyandin têkoşîn û piştgiriya me ya jinan e. Ji bo hemû jinan bangaweziya me ye; Werin em bi têkoşîna xwe ya BI HEV RE bibin tirsa îktîdara mêr. Ji bo jiyandina cîhanekê divê em destkeftiyên xwe yên jinan nedin bi xesp kirin. 
 
* Yek armancê hemû van êrîşan hene. Em jinan têxin nav kaliba ‘bîatkirinê’ û ‘jina makbul’. Di hedefa mêrê serdest ê faşîst de bêdengkirina jinan, hepiskirina jinan a nava çar dîwaran, li dijî destkeftiyên mafên jinan êrîş hene. Lê belê tiştekî ji bîr kirine heye, di hedefa me ya jinan de jî, ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîn û berxwedan heye. 
 
* Wekî Meclîsa Jinan a HDP’ê; BI HEV RE, li dijî qeyûman, li dijî îstîsmarê, li dijî qanûna înfazê, li dijî tundiya li ser jinan; li meclis, kolan, taxan, malan, qadan, febrîkayan, atolyeyan û her derê bajaran di nav têkoşîn û rêxistinbûyînê de bin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan Azadî" bi dawî bû.