Pervîn Buldan: Vîrûs li girtîgehan cudakariyê nake

  • 12:53 8 Hezîran 2020
  • Ramyarî
QERS - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, betalkirina wekîltiyê û girtina parlamenteran şermezar kir û got: "Li dijî HDP’ê hiqûqek din heye. Vîrûs li girtîgehan cudakariya navbera girtiyên edlî û siyasî nake. Vîrûs cudakariya HDP’î û CHP’iyan nake. Lê eger wîcdan, demokrasî û edalet hebe divê bi lez hevalên me yên girtî serbest bên berdan." 
  
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di çarçoveya bernameya Têkoşina Demokratîk de derbasî Qersê bû û avahiya HDP'ê ya Qersê ziyaret kir. Pervîn, di ziyareta HDP'ê de axivî. 
 
Pervîn, di axaftina xwe de betalkirina wekîlan û girtina wekîlan şermezar kir û wiha got: "Wekilê CHP’ê Enis Berberoglu ji ber şewba vîrûsê tahliye kirin. Lê Leyla Guven û Mûsa Farisoğullari bernedan. Ev bê edaletî û ne wekhevî ye. Hêj Leyla Guven, Musa Farisogullari, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û wekilên din jî girtî ne. Li dijî HDP’ê hiqûqek din heye. Vîrûs li girtîgehan cudakariya navbera girtiyên edlî û siyasî nake. Vîrûs cudakariya HDP’î û CHP’iyan nake. Lê eger wîcdan, demokrasî û edalet hebe divê bi lez hevalên me yên girtî serbest bên berdan." 
  
Pervîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin HDP li hemberî van kiryaran çongê dîne. Dixwaze serî bitewîne. Lê bila kes li qusûrê nenere, HDP 3'emîn partiya mezin a Tiriyeyê ye. Dengê milyonan stendiye. Di dilê gel de cihê xwe ava kiriye. Di qanalên televizyonan de girtina HDP'ê niqaş dikin. HDP ne partiya nava 4 dîwaran e. Partiya gel e. Ne partiya ku kîlîtê li deriyê wê bixin e. Di dil û wîcdanê gel de cihê xwe ava kiriye. Êrîş û tundiya li dijî HDP'ê bêçare û lawaziya AKP'ê nîşan dide. Dixwazin HDP’ê kriminalize bikin. Her ku AKP biçûk dibe û dengan winda dike bêtir êrîşî HDP'ê dike. Partiya me ewlehî û mîsogeriya demokrasî û aştiya Tirkiyeyê ye. Mîsogeriya azadiya gelan e. Me ev yek di hilbijartina 31'ê adarê de dît. Me di 23'ê Hezîranê de nîşan da ku HDP li Tirkiye hevî ye. Di hilbijartina pêş de HDP namzet e ku Tirkiye bi rêve bibe." 
 
Pervîn, herî dawî anî ziman ku partiya wan dengê milyonan stendiye û wiha got: "Yên dixwazin wê bên û yên dixwazin nayên. HDP li pişt deriyan niqaşên îtîfaqê nake. Gel îtîfaqa girtî qebûl nake. Deriyê me ji hamû partiyên werin muxalefetê bikin re vekirî ye. Hemû kesên werin muxalefetê bikin û re vekirî ye. Em ê li dijî faşizmê û polîtikayên tundiyê têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin."