Ayşe Acar Başaran: Em bi hevre bi hêz in

  • 16:07 21 Gulan 2020
  • Ramyarî
AMED - Di têkildarê mijarên rojevê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Werin em li dijî siyaseta cudakarî û siyaseta êrîşa nasname û nirxên jinê dikin bibin yek û bi hev re piştevaniya xwe xurt bikin. Em cardin jî dikarin bi ser kevin.'
 
Di têkildarê mijarên di rojevê de Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li avahiya partiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Ayşe, da zanîn ku AKP’ê di pêvajoya pandemiyê de îradeya xelkê desteser kiriye û destkeftiyên jinan tune dike û got: "4 sal in îqtîdar kiryarên îstîsmarkirina zarokan di bin navê “zewacê” de dixwaze wan berde û bi vê yasaya îstîsmarê ne zarokan kiryaran diparêz in. AKP bi her awayî dixwaze pêşî li zarokan bigire û ji qada civakî dûr bike. Tecawizkar û kiryarên îstîsmara zarokan dixwazin bi vê yasayê xelat bikin."
 
'15 hezar zarok hêj 15 salî de welidî ne'
 
Ayşe, diyar kir ku di bûyerên îstîsmar û tecavuze de Tirkiye li cîhanê di rêza 3’yemîn de cih digire û wiha axivî: “Ev bûyer di 10 salên îqtîdara AKP’ê de 3 qat zêde bûne. Ji sedî 46 sûcên cinsî li dijî zarokan tê lipêşxistin. Ji sala 2002’yan vir ve 440 hezar zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de welidî ne. Her wiha 15 hezar û 937 zarokên temenê wan di bin 15 salî de jî welidî ne."
 
'Êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan tê meşrûkirin' 
 
Ayşe, destnîşan kir ku meseleya êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan meseleyek wisa ye ku dilê mirov dişewitîne û wiha bi lêv kir: "Îqtîdara AKP’ê meseleyê kiriye amûra propagandaya xwe. Mixabin gotin û daxuyaniyên AKP’ê wîjdanê civakê birîn dike. AKP îstîsmarên zarokan meşrû dike. Herî dawî duh serokek giştî yê partiyek zewaca zarokan meşrû dikir. Ev kes sûc dikin. Dewlet jî van kesan teşwîqî sûc dike. Heke ev der dewletek hiqûqî ya demorkatîk bûya wê li dijî van kesan lêpirsîn bida destpêkirin.”
 
'Dixwazin civak serî deyne!'
 
Ayşe, diyar kir ku AKP’ê tenê ji bo meşrûkirina êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gel ku şîdeta li ser jinan gelek zêde bûye jî li dijî vê şîdetê planek aşkera nake. Lewre êdî desthilata AKP’ê ne meşrû ye. Pêwîstiyên civak, jin, zarok û xîzanan nabersivîne. Ji 7’ê Hezîrane ve desthilata darbeyeke bi rengî sivîl e. Ji bo têkçûna destkeftiyên jinan bingeh amade dikin. Bi wezîrên xwe şer dixwaze civak ji re serî deyne.”
 
'Şaredariyên me hatin dagirkirin'
 
Ayşe, bal kişand ser êrîşa li Enqereyê ya li hemberî partiya wan û ev tişt anî ziman: “Bi mexdûriyeta darbeyê hebûna xwe didomîne. Weke darbekarên 28’ê Sibatê ji wê tirê qê ku wê darbe hezar sal berdewam bike. Hemû muxalefeta civakî lê di serî de jinan dixwaze bike bin kontrola xwe û siyaseta hebûna xwe didomîne. Vê bi êrîşên xwe yên li hemberî şaredariyên me aşkera raxist ber çavan. Li gorî me ferqa vê darbeyê û darbeyên din tuneye. Şaredariyên me dagir kirine. Dîmenên dagirkirinê û polîtîkayên fetihkirinê jî li holê ne. Rêveberiya Şaredariyan, piştî tayinkirina qeyûman; ji şaredariya Jinê, ji şaredaiya ku bi pergala hevşaredariyê tên birêvebirin û alîgirê aştiya civakî ne û xizmeta civake dikin, hatin asta şaredariyên ku saziyên jinan digirin, xebatên jinan asteng dikin, mêr tayînî midûriyeta jinan dikin. Di sala 2002'an de Dema AKP bi hilbijartinê hat îqtidarê di peymana xwe ya hilbijartinê de qala rêveberiyên heremî dikir. Lê niha feraseta ku xwe li ser hêzê ava dike li pêş me heye. Niha hedefa ewil a qeyûman jin û xebatên jinan e. Ji ber ku li hemberî rejîma yekperest jin hilberîna alternatif ava dikin. Li aliyekî îstizmar û tacîza zayendî dike zagon, li aliye din dixwaze jin bi tecawizkarê xwe re di malekê de bijî. Yên li dijî vê yekê derdikevin jî dixwaze wan li girtîgehan terkî mirine bikin. Dixwazin siyaseta azadiya jinê tune bikin.
 
'Darbekar her tim qala demokrasiyê dikin' 
 
Ayşe, da zanîn ku di vê rewşê de jî qala demokrasiyê dikin û berê jî darbekaran digotin 'Em ê demokarsiyê bînin' û axaftina xwe wiha dom kir: "Darbekaren berê jî ewil êrîşî jinê û destkeftiyê jinan kiribû. Bi êrîşê li dijî jinê xwestibû hemû civakê teslîm bigirin. Em carek din bi bîra wan dixin. Tu darbekaran darbeyên xwe Hezar salî berdewam nekir. Ev îqitîdar jî nikare siyaseta darbeyê hezar salan berdewam bike. Ji ber ku li dijî wê jinên berxwedêr hene. Li qadan, li girtîgehan û li her qadên jiyanê jinên li ber xwe didin hene. Em bang li îqtîdarê nakin. Em bang li rêxistinên jinan dikin. Em bi mexduriyet û hêza xwe hatin cem hev. Îro roja ku jin bên cem hev û piştevaniye bikin e. Ev êrîş ne tenê li dijî HDP’ê ye. Ne tenê li dijî jinên HDP’î, Jinên Kurd û gelê Kurd e. Li dijî hemû jinên têdkoşin e. Êrîşa li diji hemû jinên siyasetê dikin e."
 
'Em ê li dijî êrîşan bibin yek'
 
Ayşe, di daxuya axaftina xwe de wiha got: "Êrîşa li dijî destkeftiyên jinan yek e. Em jî bibin yek em bi hêz in. Em bi hevre bi hêz in. Em ê bi hevre têbikoşin em ê bi hevre vê feraseta îqtîdara mêrê serdest belav bikin. Ji ber vê yekê em bang li îqtîdarê nakin. Werin em li dijî siyaseta cudakarî û siyaseta êrîşa nasname û nirxên jinê dikin bibin yek û bi hevre piştevaniya xwe xurt bikin. Em berê bi ser ketin. Em cardin jî dikarin bi ser bikevin. Em bawer dikin ku em di pêşerojê de welatê ku jina azad û demokratîk ava bikin. Ez hemû jinan bi hurmetî silav dikim."