Siyasetmedar Tugba Hezer: Siberojên em dipên nêz in

  • 09:08 20 Gulan 2020
  • Ramyarî
Hîkmet Tunç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer ku zemîna siyasetê jê re nehiştin û neçar ma biçe Ewropayê wiha got: “Min cihê têkoşîna xwe ya Kurd guher û parçeyê para min ket hilgirt. Siberojên azad nêzin. Em ê bi vê baweriyê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Tugba Hezar di hilbijartinên 2015-2017’an de ji Wanê parlmaenter hat hilbijartin lê piştî li Tirkiyeyê zemîna siyasetê nema neçar ma biçe Ewropayê.
 
Tugbayê der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
*Hun dikarin hinek pêvajoya xwe ya Ewropayê vebebêjin. We çi jiya?
 
4 sale li v irim. Ez vê ne wek surgun wek qada têkoşînê dibînim. Ewropa jî lingekî girîng yê têkoşînê ava dike. Di vê pêvajoyê de me bi parlamentoya Ewropa, Yekitiya Ewropa, rêveberiya giştî, Sentoya Ewropayê, parlamentoya navneteweyî, parlamentoyên eyalet û rêxistinên sivîl re hevdîtin kirin. Em ketin riya mezinkirina piştevaniyê. Me xwest em berpirsyariyên Ewropayê bibîr bixin. Em hinek ji sedhezaran mirovên ku hatine Ewropayê. Em li vir bûn parçeyek têkoşînê. Bêguman ji axa xwe durbûn ne hêsane. Lê hîna bi hezaran hevalên me girtîne. Gelê me di bin zextê deye. Ji bo vê em di hewldana ku welat bigêhêje welatekî azad de ne.
 
*Di pêvajoya koronayê de ji bo şaredariyên HDP’ê qeyûm hat tyînkirin. Hun van polîtîkayên li dijî şaredariyên HDP’ê çawa dinirxînin?
 
Êrîşên li hember HDP’ê didomin. Bi hemû çapemenî û hêza xwe vê dikin. Partî, desthilatdariyeke ku hemû hêza xwe li dijî vê partiyê pêk tîne heye. Ev tirs di esasê de ne tirsek bê esas e. Ji ber HDP pêşengê pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Kurd pêşengên vê pêvajoyê ne û hêza motor e. Ev di hilbijartinên 31’Ê Adarê de bi aşkera danîn holê. Di formuleke ku Kurd tunebin de Tirkiye nikare demokratîk be. Ji bo ev pêk neyê jî Erddogan her tiştî dike. AKP di pêvajoya vîrusê de li şûna bi test û kîtan biçe bajarên Kurdan, bi zêdetir qeyûmî diçe. Yanî bi aşkera dibêjin ‘em bi tu awayî îradeya Kurdan nas nakin.’ Li dijî vê jî zêdetir rêxistin û têkoşînek xurt pêşwiste.
 
*Li dijî êrîşên li hember HDP’ê hun muxalefetê çawa dinirxînin?
 
Li aliyê din jî nîqaşên darbekariyê ya der barê CHP’ê de bi avabûna paraleler û nîqaşên dewletê re dixwzin bikin yek rojev. Ji ber tabana AKP û MHP’ê heliya. AKP’iyên berê partiyên nû avakirin. Wek Babacan û Davutoglu. AKP’ê ji 2015’an heta niha MHP’ê re tifaq kiriye. Di polîtîka derve de xitimandinek heye. Li hundir krîza aborî li derve krîza siyasî. Li dijî vê jî muxalefetek mezin heye. Muxalefeteke ne tenê ji partiyên siyasî, ji aliyên mezin yên civakê û saziyên civaka sivîl heye. Divê bersivek wisa jî ji bo rejîmê bê dayîn.
 
*Li cîhanê vîrusa korona rojeve û lê li Tirkiyeyê rojev cudaye hun der barê vê de çi dibêjin?
 
Li hemû cîhanê vîrus rojeve lê mixabin rejîma Erdogan ev ji xwe re kir derfet. Polîtîkayên xwe yên heyî jî li ser vê girantir kir. Bihêlin ku koronayê bê bandor bihêlin wek çekek bi bandor dibînin. Pakêtek înfazê di vê pêvajoyê de derxistin û hemû kujer, tacîzkar û çete berdan. Girtiyên siyasî jî dixwazin terkî mirinê bikin.
 
Di rojên borî de jî li dijî goristanan êrîş pêk hatin. Gorhişê civakê ne. Dema gor bên tunekirin hişê civakê tê tunekirin. Êrîşê çand, nasname, zimanê Kurd kirin. Niha di meha Remezanê de jî êrîş kirin. Di dîrokê de bêrêzdariyek wisa li tu derê nehatiye dîtin. Ev wê wan negihêjîne tu derê.
 
*Li dijî tayînkirina qeyûman divê alternatîf çi bin?
 
Serkeftina rejîma li dijî têkoşîna mafdar a gelekî wê tu car bi ser nekeve. HDP bi têkoşîna xwe ya bi gelan re wê tu car destur nede vê. Bi vê baweriyê em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin. Siberojên azad nêz in. Em ê hesabê van êrîş û çavsoriyan heta dawî bipirsin.