Semra Guzel: Çend girtî bi vîrûsê ketine?

  • 13:38 18 Gulan 2020
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, mijara rewşa girtîgehan bir rojeva meclisê û ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirs kir ku çend girtî bi vîrûsa koronayê ketine.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, binpêkirinên mafên ên li girtîgehan pek tên bi pêşniyazpirsekê bir rojeve meclisê. Semra di peşniyazpirsa xwe de bal kişand ser rewşa girtîgehan û bersiv nedayîna daxwaza hevdîtina xwe ya bi dozgeriya Girtîgeha Amedê re û têkildarî mijarê ev tişt got: “Li qantînên girtîgehan bihayên amûran bihane û cureyên wan kêm in. Xwarinên parêzê jî nadin girtiyan. Bi awayekî têrker xwarinê nadin girtiyan. Daxwaza min a hevdîtina bi dozgeriya Girtîgeha Amedê re nehat bersivandin.”
 
Çend pirsên ku Semra, têkildarî mijarê ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir û xwest bibersivîne wiha ne:
 
“* Hûn ji binpêkirinên ku di pêvajya vîrûsê de li girtîgehan pêk hatine agahdar in?
 
* Wezareta we têkildarî bergiriyên li girtîgehan komîsyon û meseyeke qrîzê ava kiriye? Ji bo girtîgehan bergiriyên bi rengî hatine girtin?
 
* Ji 11’ê adarê ve çend girtî enfekte bûne? Di pêvajoya vîrûsê çend girtiyan jiyana xwe ji dest daye?
 
* Heta niha girtîgehên ku li wan weqayên pozîtîf derketine ketine bin qarantînayê? Li girtîgehan heta niha çend test hatine kirin?
 
* Hinceta betalkirina randevûya me ya hevdîtinê ku ji aliyê Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Amedê ve pêk hat çî ye?"