Feleknas Uca: Divê em li hemberî êrîşên li ser Kurdistanê bibin yek

  • 09:02 18 Gulan 2020
  • Ramyarî
AMED - Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca diyar kir ku divê ew li hemberî hemû êrîşên li ser Kurdistanê bi yekitiya xwe bibin wek mertal û ev bang kir: “Dewlet dubare dixwazin bi Peymana Lozanê kurdan bi destê kurdan parçe bikin. Lê divê em vî tiştî qebûl nekin û  di salvegera Peymana  Lozanê de yekitiya xwe nîşanî dagirkeran bidin û ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin."
 
Bi belavbûna vîrûsa Koronayê (Covît -19) re, tevahî dewlet li dijî vîrusê di tevgera parastina gelê xwe  de ne. Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) li gor vê rewşa xeter a koronayê, bang li tevahî welatên ku di nava şer de kir. Hemû aliyên ku di nava şer de ne li vê bangewaziyê guhdar kirin û şer dan sekinandin. Lê dewleta tirk ev bang guhdarî nekir û vê şewba koronayê ji bo şer veguherand firsendê. Bi wî awayî êrîşên xwe yên li ser kurd û Kurdistanê didomîne. Di 15’ê Nîsanê de jî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di bin ambargoyê de ye bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 jinan jiyana xwe ji dest da. Li hemberî wan hemû êrîşên êdî kurd dizanin û tînin ziman ku pêdiviya wan bi yekitiyê heye. Lê hikûmeta herêma Kurdistanê di vê mijarê de hê jî gavek neavêtiye. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca di derbarê van mijaran de nirxandin kir.
 
‘Gelê Mexmûrê ji bo yekitiya kurdan pêşengiyê dike'
 
Feleknasê di despêka axaftina xwe de bal kişand ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî  (Mexmûrê) û diyar kir ku îro  li wargeha Mexmûrê hê jî çavderiya NY’ê berdewam dike û ev tişt got: “ Qaşo NY divê li kampa Mexmûrê xwedî derketa. Lê em dibînin ku  rola xwe nelîstiye. Ev kamp ji tüne de hat avakirin. Dema çeteyên Daîşê êrîş li Şengalê kirin di heman demê de êrîşî Mexmûrê jî kirin. Xwestin bikevin Hewlêrê. Gelê Mexmûrê, tevgerên azadiyê û gelek kurdên berxwedêr ji ber vê jiyana xwe ji dest dan. Ew dîmen hemû li bêş çavên kurdan e. Şêniyên Mdexmûrê, ji bo yekitiya kurdan pêşengiyek mezin dikin. Tê zanîn ku îro êrîşên li ser Mexmûrê bi daxwaza tirkiyeyê tên meşandin. Em gelek caran çûn Başûr û me ew tişt anî ziman ku ew ambargo bê rakirin. Şêniyên  Mexmûrê ji bo başûrê Kurdistanê emanetê gelê bakurê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê pêwist e ku di vî aliyî de jî bê nirxandin. Ango kesên ku xwedî vê axê be tu carî li ser erde Kurdistanê nabe mêvan. Ji ber vê yekê tu cahî li her çar parçeyên Kurdistanê divê neyê kirin. Erdnigariya Kurdistanê li ku be hembêza xwe ji gelê xwe re vedike. Divê hikûmet û partiyên Kurdisyanî jî bi wênêzikatiyê tevbigerin û ambargoya li ser Mexmûrê bê rakin.”
 
'Hemû destkeftiyên kurdan di bin xetereyê de ne'
 
Feleknasê destnîşan kir ku niha dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê kurdan parçe bikin û wiha pêde çû:“Dema em temaşeyî dîrokê dikin, di nav sed salan de ji avakirina komara tirkiyeyê û heta niha bi peymanên lozan û skyes-picot’ê ku sed salên xwe derbas kirin, Kurdistan kirin 4 parçe. Niha jî dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê kurdan bikin 10 parçe.  Em tenê qala êrîşên li bakur ku bi tayinkirina qeyyûman, zîhneyeta yek netew-yek zimanê, daxistina tabeleyên kurdî û êrîşan gorîstanan nakin. Em dikarin qala êrîşên Şengalê, Kerkûkê û Rojava jî bikin. Her wiha em dikarin qal rojhilata Kurdistanê ku hertim ciwanên kurd lê tên darvekirin jî bikinkin.  Em di demekê siyasetek ji bo tunekirin kurdan têm meşandin de ne. Hemû destkeftiyên kurdan di bin xetereyê de ne. Em di sed salek de derbas dibin ku dewletên dagirker dixwazin gelê kurd parçe bikin, asîmîle bikin û demografiya wan biguherînin de ne. Sedema hemû êrîşên li ser kurdan ji ber bê tifaqiyê ye. Lê em îro dinihêrin ku bi deste kurdan kurd tên tunekirin. Di van demên dijwar de erka me ew e ku em  li hemberî hemû êrîşan li ser Kurdistanê bibin wek mertal. Ji ber pêkanîna vê jî sereke yekitiya neteweyî pêk bînin."
 
'Bi yekitiya Kurdan re sînorên sedsale dê bê wate bimînin’
 
Feleknasê anî ziman ku erdnigariya başûrê Kurdistanê niha tevahî di bin êrîşê de ye û wiha got:" Cihên ku ji bo avakirina operasyonên  bi navê pençe hatine veqetafn em îro dibînin ku bêhtir hatine firehkirin. Her wiha ew qarakolên ku li wê çêkirine ne ji bo xêra kurdan e. Stratejiya Tirkiyeyê ew e ku deskeftiyên kurdan tune bike. Di salA 2007 an de li başûrê Kurdistane me dît ku ji bilî kurdan dostê kurdan tune bû. Di dema referandûmê kir.  Lê me di berxwedana Kobanê de ev tişt jî dîtibû, dema pêşmerge hatibûn tevlîbûna berxwedana Kobanê Gelê Kurd ji bo wan pêşwaziyeke xurt çêkir.  Ew sînorên ku sed sal berê hatibûn xêzkirin di vê berxwedanê de bêwate mabûn."
 
'Dijminê bavan nabe dostê lawan!'
 
Feleknasê di dawiya axaftina xwe de bang li Gelê Kurd kir ku hemû kesên ku li pey doza Kurdistanê ne  divê êdî yekitiya xwe pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di nav Gelê Kurd de gotinek heye ku diêje ‘dijminê bavan nabe dostê lawan’.  Bi  salan e kurd tên qirkirin. Êdî tu zilm nema ye ku Gelê kurd nejiyaye. Ji ber vê yekê divê hemû partî û rêxistinan, li hemberê parçebûna kurdan û şer bisekinin. Dewlet dubare dixwazin bi Peymana Lozanê kurdan bi destê kurdan parçe bikin. Lê divê em vî tiştî di salvegera Lozanê de qebûl nekin û yekitya xwe nîşanî dagirkeran bidin. Bangawaziya me hemû hêzû rêxistinên başurê Kurdistanê re ye ku em hemû kurdên ji bo Kurdistanê têkoşîn. Divê em van bikin ber çav û yekitiya xwe pêk bînin. Ger ku kurdek biçe divê li şûna wê/î  deh kurd cihê wan tijî bikin. Êdî dem dema yekitiyê ye."