Li Mûşê gelek malbatan ji kampanyaya ‘Xwişk û Biratiyê’ sûd girtin

  • 09:15 17 Gulan 2020
  • Ramyarî
MÛŞ - Hevseroka HDP’ê ya Muşê Sîbel Genç diyar kir ku wan bi kampanya “Xuşk û Bira” xwe gîhandine gelek malbatan û got: “Di pêvajoya vîrusa koronyayê de tişta herî zêde ku pêdiviya kesan pê heye piştevanî ye.”
 
Bi belavbûna vîrusa koronayê (Covîd -19) re bi hezaran malbat ji ber xizaniyê êdî nema dikarin deynê xwe yê ceryan û avê bidin û pêdivyên xwe yên bingehîn pêşwazî bikin. Gelek kesên ku dewletê ew arasteyî saziyên wekî Piştevaniya Civakî an jî walîtî û qeymeqamtiyan kirin jî nikarin xwe bigihînin van saziyan. Serlêdana gelek welatiyan a ji bo alîkariya pandemiyê ku li Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî kirin a ji bo hezar TL jî hîna nehatiye pêşwazîkirin û ji bo wan tu alîkarî nehatiye dayîn. Herwiha hêviya hin malbatan jî kampanyayên piştevaniyê ne. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di  vê çarçoveyê de  kampanyaya ‘Malbatên Xuşk û Bira’ a piştevaniyê daye destpêkirin û li gelek bajaran xwe gîhandiye gelek malbatan.   
 
HDP’ya ku kampanyaya xwe li Mûşê jî daye destpêkirin heta roja îro xwe gîhandiye gelek malbatan. Hevseroka HDP’ê ya Muşê ku derbarê kampanyayê de nirxandin kir diyar kir ku xebatên wan berdewam dikin, heta niha 700 malbatî serî li wan daye û xwe gîhandine 400 malbatî.
 
‘Di serdema pandemiyê de pêdiviya girîng piştevanî ye’
 
Sîbelê anî ziman ku piştevanî yek ji rêgezên serek yên partiya wan e û wiha got: “Em bi belavbûna vîrusa koronayê re bi pirsgirêkek cuda re rûbirû man. Êdî şert û mercên tu kesî ne wekî hev in. Ji ber ku Mûş bajarê xizana ye em pêdiviyên xwe rojane dikarin pêşwazî bikin. Di vê pêvajoya pandemiyê de jî ji piştevaniyê wêdetir tu şensekî me tüne ye.  Armanca kampanyaya me ew e ku em van rojên dijwar bi piştevaniyê derbas bikin.” 
 
‘350-400 malbat gîhand hev’
 
Sîbelê anî ziman ku wan bi vê kampanyayê gelek kes anîne gel hev, bi wan re bûne alîkar ku bi hev re têkiliyê daynin û got ku wan 350 malbat di çarçoveye ‘Kampanyaya Xuşk û Biratiyê’ de anîne gel hev. Sîbelê wiha berdewam kir: “Me 400 malbat jî di çarçoveye malbatên rewşa wan a aborî hinekî baş de ku dixwazin alîkariyê bidin de anîn gel hev. Parlamenterên HDP’ê û hevalên me yên ku dixwazin alîkariyê bidin jî di vê kampanyayê de cih digirin.” 
 
‘Kampanya nehat astengkirin lê tayînkirina qeyûman jî astengî ye’
 
Sîbelê diyar kir ku kampanyaya wan nehatiye astengkirin lê tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên HDP’ê jî astengî ye û wiha berdewam kir: “Di bedêla ku şaredarî di serdemek wiha de bi gel re di piştevaniyê de bin qeyûm tayînî wan kirin. Pêkanînên li dijî Şardariya Qersê li holê ne. Lê ji bo piştevaniyê dikaribû polîtîkayên baş bihata pêşxisitin û dikaribû bi saziyên sivîl re tora pitevaniyê bihata xurtkirin.” 
 
Îqtîdar dixwaz tenên tiştê ew dike bên dîtin’
 
Sîbelê destnîşan kir ku îqtîdar di vê pêvajoyê de tenê dixwaze xwe derxîne pêş, ji ber vê jî gelek xebat asteng kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojên dijwar bi çanda pitevaniyê tên derbas kirin lê îqtîdar naxwaze ev derkeve pêş. Lê ku mirovan rehet bihêlin gelek rêbazên cida yên piştevaniyê dikarin bên pêşxistin.”