DBP: Di Roja Cejna Ziman de şaredarî hatin dagirkirin

  • 14:18 15 Gulan 2020
  • Ramyarî
AMED - Derbarê tayînkirina qeyûman de DBP'ê daxuyaniyek da û got: "Di Roja Cejna Zimanê Kurdî de Şaredariyên HDP’ê hatin dagirkirin. Îqtîdarê şaredariyên ku bi hilbijartinê bi dest nexistine tayînkirina qeyûman dagir dikin."
 
Di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de, Wezareta Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc, Hawêl û Vartînîsê kirin. Piştre Hevşaredarên Îdir, Sêrt, Hawêl, Misirc û Vartînîsê hatin binçavkirin. 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. DBP'ê anî ziman ku di roja Cejna Zimanê Kurdî de tayînkirina qeyûman dagirkerî ye û wiha dom kir daxuyanî: "Îqtîdarê şaredariyên ku bi hilbijartinê bi dest nexistine tayînkirina qeyûman dagir dikin. Qesp dike. Politikayên qeyûm ewil di 2016’de xistin meriyetê. Bi vê polîtîkayên qeyûm tayînî 95 şaredariyên DBP’ê kirin. Bi vê polîtîkayê qeyûm û walî tayîn kirin û rêveberiyê herêmê di destê dewletê dagir kirin."
 
DBP'ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em wekî aliyê ku ji demokrasiyê bawer dikin, bang li hemû mirovan dikin ku li dijî AKP ku bûye vîrûsa herî mezin û herî talûke rawestin. Em bang li hemû hêzên ked, aştî û demokrasiyê dikin ku li dijî vê yekê bi hevre têbikoşin."