‘Hevdîtina bi telefonê nayê wateya ku tecrîd rabûye’

  • 09:13 15 Gulan 2020
  • Ramyarî
Şehrîban Abî
 
QERS - Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi, diyar kir ku yekemîn hevdîtina telefonê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk aniye divê her tim pêk bê û got hevdîtineke bi telefonê jî nayê wateya ku tecrîd rabûye.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pêvajoya 21 sal girtina xwe de yekem car derfeta mafê hevdîtina telefonê di 27’ê Nîsanê de pêk anî. Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi mijar nirxand û diyar kir ku ger rojiyeke mirinê, grevên birçîbûnê, şewata li Îmraliyê û vîrus tunebûna, derfetên ku bi Îmraliyê re têkilî bê danîn, ne pêkan bû.
 
Sevdayê destnîşan kir ku divê hevdîtinên telefonê her tim pêk bên û got: “Rastiyeke me ya wisa li welat heye. Ger li Îmraliyê riya diyalog û hevdîtinan vekirî bûna; demokrasî û standartên jiyanê ya li Tirkiyeyê jî wê bilndi bûna. Lê ger li Îmraliyê tecrîd hebe, globalbûn û pevçûn zêde dibin. Îmrali di vî alî de laboratuara demokrasiyê ye.”
 
‘Tê payîn ku di vê pêvajoyê de hevdîtin pêk bên’
 
Sevdayê bi lêv kir ku bêdengiya li dijî rewşa îro ya Îmraliyê, tê wateya bêdengiya li dijî pêkanînên siberojê û wiha pê de çû: “Ji bo welatekî demokratîû aştiyane divê li dijî tecrîdê bêdengî tüne be. Mafê telefonê mafek î destura bingehîne. Lê mixabin 21 sal e ev maf nedan Abdullah Ocalan. Ji ber vîrusê di 27’ê Nîsanê de maf hat dayîn. Lê hevdîtinek telefonê  nayê wateya ku tecrîd hatiye rakirin. Jiyanek nû pêkane, riya vê jî ji muzakereyê derbas dibe. Divê dest ji polîtîkayên pevçûnê berdin.”
 
‘Astengkirina hevdîtinan rê li ber hêrsê vedike’
 
Sevdayê destnîşan kir ku desthilatdarî dizane ku wê fikrên Abdullah Ocalan bandora xwe li ser gelên Tirkiyeyê û hemû gelên cîhanê bike û ji ber vê jî tecrîdê pêk tîni nû ev tişt daxuyand: “Dizanin ku fikrên wî li dijî felsefa pergalê ne. AKP-MHP jî dixwazi nli ser globalbûnê desthilatdariya xwe bimeşînin. Bêguman astengkirina hevdîtinan jî her tim pêşî li hêrsa gel vekiriye.”
Em ji ber vîrusê bi fikarin’
Sevdayê bibîr xist ku Abdullah Ocalan 70 sal derbas kiriye û ji ber vîrusê bi fikarin û wiha pê de çû: “Li gorî 10’emîn xala Destura Bingehîn, her kes li hember qanûnan wekhe e. Nikare tu kes ji vê wekheviyê bêpar bê hiştin.”