HDP: Faîlên Somayê hatin xelatkirin

  • 10:49 13 Gulan 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Di têkildarî 6’emîn salvegera Komkujiya Somayê de Komîsyona Kedê ya HDP’ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Em 301 karkerên ku li Somayê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin; ji bo azadiya kedê û bidawîbûna cînayetên kar têkoşîna xwe bilind dikin. Em bang li hemû karkeran dikin ku piştevanî û hevkariyê bi pêş bixin.”
 
Bi minesebeta 6’emîn salvegera Komkujiya Somayê, Komîsyona Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî, bi îmzeya Alîkara Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose hat weşandin. 
 
Şaziye, diyar kir ku beriya 6 salan di dîroka Tirkiyeyê de cînayeta herî mezin a karkeran li Somayê pêk hatiye û 301 kakeran jiyana xwe ji dest daye û li gel ku bi ser komkujiyê de 6 sal derbas bûye jî cînayeta karkeran ji ber encamên xwe yên giran rojeva herî micid a welat e.
 
Şaziye, da zanîn ku alîgiriya dadgehan a ji bo karsazan cînayetên karkeran meşrû dike û wiha got: “Berjewendiyên karsaz û şîrket bi ser jiyana mirovan de tê girtin. Li şûna ku pêşî li cînayetên karkeran bê girtin, bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Komkujiya Somayê hat vekirin û hatin xelatkirin û di mehên pêş de bên berdan. Cînayetên karkeran encama pergala ku AKP ferz dikeye. Mirina 22 hezar karkeran a di dema AKP’ê de delîla vê yekê ye.”
  
Di berdewama daxuyaniya xwe de Şaziye, destnîşan kir ku gefa şewbê jî li cînayetên karkeran zêde bûye û daxwaz û bergiriyan wiha anî ziman: 
 
“*Divê daxwazê sendîkayên karkeran li ber çav bên girtin.
 
* Divê sererastkirin û kontrolkirin, bi sendîka û rêxistinên pîşesaziyê re bên kirin. 
 
*Divê ji bilî kanên ku ne neçarî xebatê ne, li hemû kanan xebat bê rawestandin. 
 
*Divê debara karkeran bê ewlekirin. Derxistina ji kar bê qedexekirin. 
 
Careke din em 301 karkerên ku li Somayê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin; ji bo azadiya kedê û bidawîbûna cînayetên kar têkoşîna xwe bilind dikin. Em bang li hemû karkeran dikin ku piştevanî û hevkariyê bi pêş bixin.”