Meral Daniş: Hişmendiya ku li ser cenazeyan siyasetê dike têk çûyiye

  • 15:44 12 Gulan 2020
  • Ramyarî
AMED - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser êrîşên li hemberî goristanan û got: "Dewleta ku êrîşê goristanan dike êdî têk çûye. Hişmendiya ku li ser bedenên mirî dixwaze siyasetê bike jixwe têk çûyiye.''
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş derbarê geşedanên hefteyê de li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. 
 
Meral, bal kişand ser êrîşên polîsan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Piştî ku dîmenên li Nisêbînê li çapemeniyê xuya kir qeymeqam diyar kir ku polîs ji peywirê girtine. Baş e, 15 rojan tu li ku bûyî? Heke dîmen neketa te yê çi bikira? Bi ser de dibêjî kevir avêtine û polîsan mafdar dernaxînî? Ew bi fermanan, bi polîtîkaya bêcezakirinê dibe ku polîs/leşker polîtîkaya tundiyê ya li ser gel, zarokan, welatiyan bidomînin."
 
Meral, destnîşan kir ku ew ê ligel zarokan bin û got: "Tu kesek bi vî rengî nikare destê xwe li wî zarokî, li tu zarokî hilde. Em çûn serdana malbatê, hêvî dikin travmaya li ser zarok bi dawî bibe. Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Nîhat Kazanhan, bila me efû nekin. Ji bo ev bijîn me tiştek nekir. Jiyandina wan peywira me bû. Em ê li ser vê mijarê heta dawiyê têbikoşin.''
 
Meral, diyar kir ku êrîşên li ser goristanan parçeyeke konsepta şer e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li ser vê mijarê em çi bibêjin wê kêm bibîne. Ne bi hiqûqê ne bi baweriyê ne bi etîkê ev êrîş nikarin werin vegotin. Dibêjin li ser kêlên goran çima tîpên X-Q-W hene. Ev tişt wekî hincet nîşan didin. Ev bi rengekî cudatir dijminatiya Kurdan dikin. Di dijminatiya Kurdan de tu sînoran nas nakin. Kurdan dijminatiya vê desthilatê pir baş fêhm kirin. Goristan cihên herî hesas ên me û yên dayikan in. Destê xwe ji ser goran hilînin. Dewleta ku ziyanê dide goristanan ew dewlet êdî têk çûye. Bi rêyeke dî ew dewlet nikare were jiyandin. Hişmendiya ku li ser bedenên mirî dixwaze siyasetê bike jixwe têk çûyiye.''