HDP: Ji bo ronîkirina komkujiyê divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin

  • 12:10 4 Gulan 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Bi minasebeta salvegera Komkujiya Dêrsimê HDP’ê daxuyaniyek da û got: “Pêwîste ji bo ronîkirina Komkujiyê Dêrsimê Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê were avakirin, hemû arşîv werin eşkerekirin. Divê biryarên qeydên dadgehê ji raya giştî re werin eşkerekirin."
 
Di têkildarî salvegera 83’yemîn a Komkujiya Dêrsimê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qurbaniyên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî.
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Komkujiya di salên 1937-38’an de pêk hat tê wateya tofan, hilweşîn û tunekirinê. Navê ‘Tertele’ lê hatiye kirin. Yek jî mezintirîn komkujiyên li Tirkiyê ye û di rûpelên reş ên dîrokê de cih digire û cihê şermê ye. Bi deh hezaran însan hatine qetilkirin. 
 
Her çiqas 83 sal bi ser komkujiyê de deras bûbe jî lê divê dewlet bi heqîqeta komkujiyê re hevrû bibe. Pêwîste ji bo ronîkirina komkujiyê Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê were avakirin. Pêwîste hemû arşîv werin eşkerekirin. Lazime biryarên qeydên dadgehê ji raya giştî re werin eşkerekirin. 
 
Bi awayek giyabî be jî divê kiryarên komkujiyê werin darizandin. Divê gora Seyîd Riza û hevrêyên wî werin eşkerekirin. Pêwîste belgeyên keçen Dersimê yên windayî werin eşkerekirin û ziman û çanda Dêrsimê lê were zivirandin. Lazim e dewlet li ser bingeha bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qûrbaniyan û gelê Dêrsimê lêborînê bixwaze.”