Salîha Aydenîz: Ev roj roja piştevaniyê ye

  • 09:35 21 Adar 2020
  • Ramyarî
Medya Uren- Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku li Tirkiyeyê jî bi hezaran kes bi virûsa koronayê re rûbirû mane û got: "Divê di karestên bi vî rengî de em li berjewendiyên siyasî negerin, ev roj roja piştevaniyê ye ku hemû gelê me di bin xetereyekî mezin de ye."
 
Vîrûsa korona (Kovîd-19) di 12’ê kanûna 2019’an de derket holê û belavî tevahiya cîhanê bû. Ji ber vê vîrûsê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes ji bi mirinê re rûbirû man. Li gorî daxuyaniya wezareta tendurustiyê ya demên borî li Tirkiyeyê ev nexweşî bi lez belav dibe. Li gorî agahiyên herî dawî ji li Tikriyê jimara kesên rastî karesatê hatine 397 kes û li rexa wê 4 kes ji jiyana xwe ji dest dane. Li gel ku li her deverê cîhanê xebatên ewlehiyê berdewam kirin li Tirkiyeyê ji hinek xebat hatin destpêkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û pêkhateyên wê têkildarê vîrûsê Maseyê Krîzê avakirin. Ji bo piştevaniya gel jî alarma sor hat pêxistin. Hesabên medyaya civakî û jimara telefonan ji raya giştî re hatin parvekirin. 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîha Aydenîz derbarê Maseya Krîzê de nirxandin û hişyariyan kir û nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir. Salîha di destpêka axaftina xwe de bi bîr anî ku hemû deverê cîhanê di nava qeyranekî de ne û got: "Li Tirkiyeyê jî bi hezaran kes bi vê karesata nexweşiyê re rû bi rû mane. Lewra ku li her deverê cîhanê xebatên ewlehiyê yên mezin tên girtin. Li Tirkiyê ji hinek ewlehî tên girtin lê mixabin ev xebatan gelek bi sînor in û terê nakin."
 
'Îktîdar menfietên xwe difikire'
 
Salîha, bal kişand ser helwesta hikûmetê û wiha berdewam kir: "Ji roja yekem heta niha em nêz ve mijar dişopînin. Daxuyaniyên ku tên dayîn, agahiyên ku zanîstî tên dayîn nayên fêmkirin. Ji ewlehiya gel zêdetir berjewendiyên îktidarê tên fikirîn. Wekî her carî ew di rêza yekem de ye. Di vê rewşê de dive partiyên siyasî, komeleyên sivîl û sendîkayên tendirustiyê di nava xebatan de bin. Ango di aliyê aborî, zanistî û tendirustiyê de dive her qad xwe berpisyar bibîne. Em li dijî vê dibînin ku hikûmet cîh nade xebatên gel ango van saziyan beşdar nake, rêxistinek yek kesî tê meşandin. Ji vê karesetê dixwazin menfîetek siyasî derxin holê.”
 
‘Ji bo alîkariyê Maseya Krîzê hat avakirin'
 
Salîha da zanîn ku divê di karestên bi vî rengî de em li berjewendiyên siyasî negerin, ev roj roja piştevaniyê ye ku hemû gelê me di bin xetereyekî mezin de ye. Salîha got em ji di ferqa vê xetereyê de ne ku em weke pêkhateyên KCD’ê kombûn û me Maseya Krîzê ava kir û wiha got: "Ji bo xizmeteke baş ji bo gel were kirin me gulupa sor pêxist. Em weke Kordînasyona Krîzê ji bo agahdarkirina gel em ê di nava xebatan de bin. Em ê hewil bidin ji her alî ve bi gel re bibin alîkar. Ji ber ku gel çiqas ji bûyeran agahdar be dê rê û rêbazên  parastinê bizanibe wê bi zererek herî kêm ji vê karesetê rizgar bibe. Hesabên me yên medyaya civakî û xeten me yên telefonên hene. Bi taybetî li gund û bajaran kesên ku pêdiviyên wan bi alîkariyê hene em ê alîkariyê bidin wan û her wiha kesên bi temen mezin, aboriya wan nebaş, yên nikarin biçin nexweşxaneyan, kesên ku nexweşiya wan a kronîk hene em ê bibin alîkarê wan."
 
‘Divê gel guh bide hişyariyan' 
 
Salîha destnîşan kir ku divê îro di nava piştevaniyê de bin û pêwîste gel ji ewlehiyên xwe bigirin, têkildarê xwe parastinê, ewlehî û tenduristiyê de dikarin ji sendîkayên tenduristiyê û bijîşkan agahiyan bigirin. Salîha bang kir ku gel guh bide van şiyariyan û wiha bi lêv kir: "Hikûmet di gelek aliyan de îhmalên mezin dike ku yek ji van bê guman girtîgeh in. Bi hezaran girtiyên nexweş ango kesên nexweşiyên wan giran hene girtî ne. Bi sedan zarokên girtî hene. Jiyana wan di nava metirsiyê de ne. Divê hikûmet di van aliyan de bi lezgînî gav biavêje. Li dijî vê wê ev xemsarî rê li ber pirsgirêkên mezintir vekin. Di aliyê tenduristî, paqijî û ewlehiyê de hema bêje qet xebat nayê kirin. Weke din dive li her deverî testên vê nexweşiyê werin kirin û ji bo xizmeteke hêsan bê dayîn derfet bên afirandin. Her wiha di vê rewşê de mafê tenduristvanan ji tê îhlal kirin û ji bo hêsankirina xebatên wan divê hikûmet di nava xebatê de be.”
 
Her wiha welatî ji bo agahî bigirin û alîkarî bixwazin dikarin bi rêya telefonê û whatsapp xwe bigihînin jimareya ‘0552 486 18 20’ an.