Tulay Hatîmogullari: Divê riya sêyem û eniya demokratîk hev xwedî bikin

  • 09:14 18 Adar 2020
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku divê eniya demokratîk ya yekbûyî û riya sêyemîn hev xwedî bikin û bi vê re jî muxalefeta civakî bê mezinkirin. Tulayê wiha got: “Divê em astengiyên li pêş demokratîkbûnê tespît bikin û her wiha peywira dikeve ser milê me eve ku divê em dengê aştiyê bilind bikin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 23’yê sibatê de Kongreya Asayî ya Mezin pêk anî û piştî vê peywirdarkirina dema nû hat kirin. Ligel rê û rêbazanên nû, sernavên wek bi gel û baweriyan re çawa têkilî tê danîn cih girtin. Di vê pêvajoyê de Mehmet Ocalan bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê peymanên girîng da. Parlamentera HDP’ê ya Edenê û endama Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Tulay Hatîmogullari Peyama Abdullah Ocalan ya wekê ‘Li Tirkiyeyê maseyek du ling heye. Di nav avabûnên we de tevgerên çep hene. Bi giranî Kurd hene. Gelên din hene. Hûn jî neçarin bibin lingek. Hunê li wir bibin hêz. Mase bibe sê ling wê nekeve’ û nexşerêya nû nirxand.
 
‘Divê astengiyên li pêş demokratîkbûnê bê tespîtkirin’
 
Tulayê bi lêv kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê yek ji esasên bernameya HDP’ê ye û got: “Divê astengiyên li pêş demokratîkbûna welat bên tespîtkirin û ev bibin sernav. Yek ji pisgirêkên Tirkiyeyê pisgirêka Kurde û çareserkirina vê pirsgirêkê jî yek ji sernavên me yên girîng e. Ji bo vê li şûna pêngav bê avêtin, piştî mutabakata Dolmabahçeyê, êrîşên li hember Kurdan zêde bûn.”
 
‘Li ser pirsgirêkan siyaset divê bê pêşxistin’
 
Tulayê daxuyakirin ku ev demek dirêje li Tirkiyeyê krîza aborî heye û ji ber vê krîzê jî întîxar pêk hatine û got: “Projeyên dibin sedema texrîbata xwezayê û xerabûna hevsengiya ekolojîk hene. Yek ji pirsgirêkên din jî eve ku şîdeta li ser jinê û betaliye. HDP’ê li ser van pirsgirêkan biryar girt ku siyasetê pêş bixîne.”
 
Hatina cem hev a eniya demokratîk gelek girîng e’
 
Tulayê di berdewamiyê de balkişand ser girîngiya yekbûna li ser xeta hevpar ku divê bindest li ser bibin yek û xwe rêxistin bikin û ev tişt daxuyand: “Ligel vê li ser eniya demokratîk yekbûn gelek girîng e. Di vir de peywirek girîng dikeve ser milê HDP’ê. Gelo HDP’ê ev kirin? Der barê ku nekiriye de renxe tên. Ev rexne rast û mafdarin. Di vê mijarê de pêşxistina têkoşînê û li her qadê xebat meşandin girîng e.”
 
‘Serkeftin pêkane’
 
Tulayê destnîşan kir ku der barê ku tifaqa demokrasiyê çawa dibe de bi pirsgirêkan re tên rû hev û wiha pê de çû: “Em bi mînakên ji dîroka tevgera jinan bersivê didin. Li Tirkiyeyê jin li dijî binpêkirinê helwestek hevpar nîşan didin. Ji kîjan îdeolojiyê bin jî tên gel hev. Li dijî qanûnên tecawizê tên gel hev. Li her çar alî Tirkiyeyê ev wisa ye. Ger tahlîleke baş bê kirin wek serkeftina jinan dikare ev jî bê biserxistin.Yanî serkeftin pêkane. HDP partiya karker, bindest, gelan û xizanan e. Ji ber vê jî ji bo ev paradîgma bikeve jiyanê divê rêxistinbûnên herêmî pêk bê û qadên civakî siyasî bin. Di vir de peywirên girîng dikevin ser milê me. Me bi hêvî û feyza ji kongreya xwe girtiye, nexşerêya xwe diyar kir.”
 
Tulayê bi lêv kir ku HDP li dijî faşîzmê eniyeke demokratîk esas digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo me ya esasa eve ku li dijî faşîzmê eniyeke demokratîk ya yekbûyî bê avakirin. Dema em di heman nokteyê de bên gel hev em dikarin faşîzmê tasfiye bikin û şûnde bixînin. Di eniya demokratîk de daxwazên me çîne? Hinek partiyên siyasî dibêjin pergala parlamenter. HDP dibêje ‘pergala parlamenter a demokratîk’. Divê em jiyana sekuler li vî welatî bikin bin garantiyê.”
 
‘Divê em dengê aştiyê bilind bikin’
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku riya sêyemîn, paradîgma rizgariya HDP’ê ye û wiha pêde çû: “Li vî welatî dema şert û mercên giran yên faşîzmê tunebin, xeta riya sêyemîn bi awayekî zelal dertê holê. Peywira dikeve ser milê me eve ku divê em dengê aştiyê bilind bikin.”