Ji bo parlamenterên HDP'ê 9 fezlek şandin meclisê

  • 13:52 17 Adar 2020
  • Ramyarî
ENQERE - 9 jê derabrê parlamenterên HDP’ê de, bi giştî 10 fezlekiyên nû ji Meclîsê re hatin şandin.  
 
Bi daxwaza rakirina destnedayînê 9 jê derbarê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, 10 fezlekeyên din ji Meclîsê re hatin şandin. 
 
Navê parlamenterên HDP’ê yên derbarê wan de fezleke hatin amadekirina wihane: Serokwekîla Komê Meral Daniş Beştaş 1, Parlamenterên Amedê Mûsa Farisogûllari 1, Dersim Dag 1 û Remziye Tosûn 1, Parlamenterê Wanê Mûrat Sarisaç 2, Parlamenterên Agiriyê Berdan Ozturk 1 û Dîlan Dîrayet Taşdemîr 1. 
 
Fezlekeya din a ji bo Meclîsa hat şandin jî derbarê Parlamentera AKP’ê ya Bolûyê Arzû Aydin de ye.