HDP wê sibe rewşa dawî ya pîrozbahiyên Newrozê aşkera bike

  • 16:35 12 Adar 2020
  • Ramyarî
ENQERE - MYK'a HDP'ê bi rojeva awarte civîn li dar xist. HDP'ê diyar kir ku ji ber Vîrusa Corona dê têkildarî pîrozkirina Newrozê sibe biryara xwe aşkera bikin. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya demokratîk a Gelan (HDP), bi rojeva awarte li Enqreyê li navenda xwe ya giştî civîn li dar xist. Civîn bi pêşengiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar de pêk hat. Lijneyê bi rojeva vîrûsa corona ku li cîhanê belav dibe û cezayê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli hatiye birîn kom bû. Di rojeva civînê de rojnamegerên ji ber ku nûçeya endamên MÎT'ê çêkirin hatin girtin û binçavkirina parêzeran hebû. HDP piştî kom bûnê der barê pîrozkirina Newrozê de jî dê sibe biryara xwe aşkera bike.