Meclîsa Jinan a HDK û HDP'ê banga tevlîbûna 8'ê Adarê kirin

  • 10:30 5 Adar 2020
  • Ramyarî
STENBOL - Berdevkên Meclîsa Jinan a HDK û HDP'ê, da zanîn di 8'ê Adarê de li Kadikoyê çalakî û li Taksîmê jî meşa şevê ya jinan dê bê lidarxistin û wiha got gotin: "Em di azadiyê de bi israrin û di têkoşînê de bi biryarin, em ê li dijî pergala serdest a mêr berê xwe didin qadan."
 
Li gelek deverên cîhanê jin bi minasebeta 8'ê Adarê li qadan peyama têkoşîna bi hev re bidin. Bi nêzbûna 8'ê Adarê xebat û çalakiyên jinan bê navber didomin. Berdevka Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Aynur Cengîz û berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê  Pinar Turk derbarê xebatên 8'ê Adarê de ji ajansa me re axivîn.
 
Aynur Cengîz, destnîşan kir ku bi nêzbûna 8'ê Adarê lez dane xebatên xwe û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Mehek û nîv e em xebatên xwe dimeşînin. Li 3 herêman xebat tên kirin. Me derbarê Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an broşûrek amade kir. Ji ber ku gelek jin ji mafê xwe yê hiqûqê nizanin. Me xwest bi nivîskî mafên jinan ragihînin."
 
Aynur, diyar kir ku di qada tekstîlê de gelek jin kar dikin û got: "Xebatên me yên taybet jî ji bo jinên ku di qada tekstîlê de dixebitin hene. Em ê dixwazin xwe bighînin wan jinan û em ê di 7'ê adarê de biçin serdena jinên ku di tekstîlê de dixebitin û em ê broşûrên xwe bidin jinan. Her wiha broşûr dê ji hêla parêzerên jin ve bên belavkirin. Her wiha em ê di 8'ê Adarê de di saet 14.00'an de li ber Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê kom bibin, her wiha em ê tevlî Meşa Şevê ya Taksîmê a Femînistan bibin. Jin dê wekî her tim li dijî pergalê dev ji têkoşîna xwe bernadin."
 
Pinar Turk jî bal kişand ser dirûşma îsal "Di azadiyê de bi israrin û di têkoşînê de bi biryarin" û wiha axivî: "Jin dê li dijî şîdet, taciz, tecawiz, kuştin û pergela serdest a mêr dê li qadan bin. Bi salane em 8'ê Adarê bi çalakiyan pêşwazî dikin. Îsal 8'ê Adarê li Stenbolê li Qada Kadikoyê û li Taksîmê bê pêşwazîkirin. Em dizanin ku jinên xwe dibaparêzin, li dijî pergala serdestiyê derdikevin. Ji bo bijîn xwe diparêzin. Em ê li her qadê bibin dengê jinên ku dixwazin bijîn."