'Li dijî tifaqa mîlîtarîst em ê platforma têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin'

  • 12:22 4 Adar 2020
  • Ramyarî
Habibe Eren-Dilan Babat
 
ENQERE - Ayşe Acar Başaran a ku di serdema nû de wekî Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê hat hilbijartin diyar kir ku jin di her demê de dibin hedef û wiha got:"Di serdema ku tifaqa mîlîtarîst di pêş de ye em ê li ser xebat û projeyên ku têkoşîna hevpar diparêze û dengê jinê derdixe pêş bisekinin."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî 4'emîn Kongreya Mezin a di 23'ê Sibatê de hat lidarxistin civîna yekem pêk anî. Ayşe Acar Başaran Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê hat hilbijartin. Ayşeyê di derbarê nexşeya nû ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê, têkoşîna jinê û 8'ê Adarê de nirxandin kir. Ayşeyê got:"Li dijî tifaqa mîlîtarîst em ê platforma têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin."
 
'Me mijara jinê her dem di rojevê de hişt'
 
Ayşeyê ji bo berdevka serdema berê Dîlan Dîrayet Taşdemîr spas kir û wiha dewam kir:"Me mijara jinê her dem di rojevê de hişt. Partiya me ji berê de xwe wekî partiya jinê dîtiye. Partiya me ji bo parastina cihê jinê ya di nava civakê de xwe parastiye û li dijî tundiya li ser jinê têkoşîn meşandiye. "
 
'Jinên wekî Hevrîn Xelef li her derê cîhanê dibin hedef'
 
Ayşeyê bal kişand ser siyaseta dijberî jinê û wiha dewam kir:"Di serdema nû de li dijî siyaseta dijminatiya jinê dike jî ew ê têkoşîna me bidome. Jinên wekî Hevrîn Xelef li her derê cîhanê dibin hedef. Ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li gelek cihên cîhanê em bi mînakên bi vî rengî rû bi rû dibînin. Di serdema navîn de 'pîrebok' dihatin qetilkirin. Îro jî jinên wekî Hevrîn Xelef ên li berxwe didin dibin hedef. Têkoşîna jinê ji peywirên me yên esas in. "
 
'Em hatina gel hevdu ya bi jinan re ya bi awayekî dîplomatîk bidomînin'
 
Ayşeyê bal kişand ser têkoşîna enternasyonalîst a jinê û wiha dewam kir:"Ji bo têkoşîna enternasyonalîst a jinê bê meşandin û em bibin parçeyekî vê yekê em ê xebatên xwe yên dîplomatîk û hatina gel hevdu ya bi jinan re bidomînin. Ew ê xebatên me yên bi jinên Kurdistan û Tirkiyeyê re bidomin." 
 
'Dê têkoşîna jinê her dem gav bi dijberan bide avêtin'
 
Ayşeyê wiha dewam kir:"Di serdema ku tifaqa mîlîtarîst di pêş de ye em ê li ser xebat û projeyên ku têkoşîna hevpar diparêze û dengê jinê derdixe pêş bisekinin. Li dijî tifaqa mîlîtarîst em ê platforma têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin. Di 2016'an de jinan li dijî pêşnûmeya "efûya ji bo êrîşa zayendî ya bi rêya zewacê" têkoşîn dan. Dê têkoşîna jinê her dem gav bi dijberan bide avêtin."
 
'Mijara tecrîdê ji bo me esas e'
 
Ayşeyê di heman demê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Mijarek girîng a ji bo partiya me û ji bo meclîsa jinê tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Tecrîd yek ji sedema şerê li Tirkiyeyê ye. Heger tecrîd bi dawî bibe ew ê li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê bike. Di serdema diyaloga di 2012 û 2015'an de me dît ku atmosfera li Tirkiyeyê ber bi başiyê ve diçe. Ji Nîsana 2015'an heta niha bi tecrîda giran em dibînin ku siyaseta şer çiqasî pêş dikeve û yên ku herî zêde ji şer bi bandor dibin jî jin in."
 
'Em ê 8'ê Adarê bi awayekî bi hêz pêşwazî bikin'
 
Ayşeyê bal kişand ser têkoşîna 8'ê Adarê û wiha got:"Em ji bo her serdema 8'ê Adarê çalakiyan li dar dixin. Em ê bi xebatan xweser û bi yên bi platforman re  8'ê Adarê bi awayekî bi hêz pêşwazî bikin. Ne tenê ji bo 8'ê Adarê em di çarçoveya hefteyekê de xebat û çalakiyên xwe dikin. Em bi rêxistinbûyinê çalakiyên xwe û xebatên xwe dikin."
 
'Em ê dîsa rave bikin ku ew nikarin me têxin nava qaliban'
 
Ayşeyê da zanîn ku ew ê di serî de li Amed, Wan, Stenbol û li gelek bajaran mîtingên 8'ê Adarê li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Meha adarê ji bo meheke tije ye. Piştî OHAL'ê gelek kes ji bo bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin nikaribûn bên gel hevdu. Zext û zordestî gelek bûn. Lê jin tevî polîtîkayên OHAL'ê di roja 8'ê Adarê dîsa li qadan bûn. Em ê di 8'ê vê Adarê de jî li qadan bin. Em ji ber nasnmeya xwe ya jinê bi êrîşan rû bi rû tên hiştin. Em ê di 8'ê Adarê de bi nasnameya xwe ya jinê li qandin bin. Em ê careke din têkoşîna xwe biqêrin."