Sekretera Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya Fasê: Kurd têkoşînek mafdar didin

  • 09:20 27 Sibat 2020
  • Ramyarî
Dîlan Babat- Habîbe Eren
 
ENQERE - Sekretera Partiya Sosyalîst a Yekbûyî a Fasê û Berdevka Federasyona Çep Demokratîk Nebîle Munîp, diyar kir ku gelê Kurd têkoşîna hebûn û azadiyê dide û got ev têkoşîneke adîlane ye. Nebîleyê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember pirsgirêka Kurd jî nirxand û wiha got: “Otorîteyên siyasî divê dest ji tunehesibandin û çewisandinê berde û demildest çareseriyekê bibîne.”
 
HDP’ê di 23’ê Sibatê de li Salona Sporê ya Arena a Enqereyê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî pêk anî. Yên ji Rojhilata Navîn tevlî kongreyê bûn peyama ‘aştî û bilindkirina têkoşînê’ dan. Sekretera Partiya Sosyalîst aYekbûyî a Fasê û Berdevka Federasyona Çep a Demokratîk Nebîle Munîp, jî tevlî bû. Nebîleyê siyaseta Rojhilata Navîn, cîhan û têkoşîna jinê ji ajansa me re nirxand.
 
‘Piştevaniya navneteweyî ferz e’
 
Nebîleyê bi lêv kir ku tevlîbûna kongreya HDP’ê ji bo wan gelek girîng û kêfxweşiyek mezin e û got: “Li dijî îxaneta mezin a li cîhanê tê meşandin, daxwaza gelan a xwedî maf û azadiyan, li dijî newekheviyan têkoşîn meşandin, gelek girîng e. Di van rojan de li hemû cîhanê zext zêde ne û ji demokrasî û hiqûqê dûr dikevin. Em dibînin ku şer zêde ye. Mafên gelan tên talankirin. Hemû dewlemendî û maf di destê komarekê de kom bûye. Ji ber vê jî piştevaniyeke navneteweyî êdî ferz bûye.”
 
‘Divê gel ji binpêkirina emperyalîst xilas bibin’
 
Nebîleyê destnîşan kir ku gel bi salan e li dijî polîtîkayên neo-lîberal têdikoşin û hîmê vê têkoşînê bi salan e hatiye avêtin û got: “Ya esas ev e ku divê em ciwanan tevlî vê tevgerê bikin. Ji bo ciwan bibin bersiva vê pêvajoyê divê bê pozîsyoneke cidî ya xwe pêşxistinê. Divê tecrube bên parvekirin. Bihara Ereban tevgera gelan bû. Ji bo ji çanda tirs û çavtirsandinê xilas bibin, tevgera gelan xwedî cihekî girîng e. Divê gel ji binpêkirina emperyalîst xilas bibin.”
 
‘Ger Tirkiye cudahiyan qebûl bike wê gelek tiştî bi ser bixe’
 
Nebîleyê her wiha daxuyakirin ku rejîmên heyî bi gelên cuda bawer nake û wiha pê de çû: “Ger cudahî bên qebûlkirin, ev cudahî tevlî mekanîzmayên biryarê bê kirin wê welatek dikare bê avakirin. Lê bi tunekirinê û zextê nikare bê avakirin. Ger Tirkiye jî cudahiyan qebûl bike wê gelek tiştî bi ser bixe.”
 
Nebîleyê bal kişand ser têkoşîna jinên cîhanê jî û got ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê pirsgirêka jinan pirsgirekek mezin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo avakirina civakeke demokratîk di zemîna têkoşîna hevpar de divê pirsgirêka jinê bi awayekî cidî bê destgirtin. Li welatên me li pêş têkoşîna jinan sê pirsgirêk hene. Ya yekem, tunebûna demokrasiya rastîn, ya duyemîn zexta avabûnê îslamî ku ev dema dawî derketiye asta herî jor. Ya sêyemîn jî serdestiya mêr e.”
 
‘Kurd têkoşîna hebûnê didin’
 
Nebîleyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir kur rastiyeke gelê Kurd ya ku bi salane têdikoşe û ligel vê rastî zextan tê heye û wiha dawî lê anî: “Kurd têkoşîna azadiyê didin. Kurd hewl didin hebûna wan bê ispatkirin. Ev têkoşîneke adîlane ye. Otorîteyên siyasî divê dest ji tunehesibandin û çewisandinê berde û demildest çareseriyekê bibîne.”