Di plana stratejiya qeyûm de ji jinan re butçe nehat veqetandin

  • 09:11 26 Sibat 2020
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, di plana stratejiya sala 2020-2024’an de ji bo jinan butçe nehat veqetandin. Hevşaredara HDP’ê Fîgen Altingad ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû, diyar kir ku beriya qeyûm bê tayînkirin, plana ku amade dikirin jî nîvco maye.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatibû tayînkirina plana stratejiya 2020-2024’an aşkere kir. Ji bo Serokatiya Daîreya Jin û Ciwanan tu butçe nehat veqetandin û ji serokatiyên din re jî butçeyên mezin hatin veqetandin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînê şûna wê bû, Fîgen Altindag, bertek nîşanê plana hatiye derxistin da û da zanîn ku der barê jinan de tu tiştek tune ye û wiha got: “Me der barê jinê de butçe derkxistibû. Me hewl dida dawî li plana xwe bînin lê qeyûm hat tayînkirin.”
 
‘Stratejiyeke ku nelêrêtiyan vedişêre hatiye diyarkirin’
 
Fîgenê destnîşan kir ku ne biyaniyên vê zîhniyeta qeyûm in û bi lêv kir ku berê jî qeyûman saziyên jinan hemû girtibûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Saziyên jinan hatin girtin, midûrên mêr tayînê saziyan kirin, jin ji kar derxistin û mobîng pêk anîn. Ev nêzîkatiya qeyûman a li hember jinan nîşan dide. Ji ber vê jî di plana stratejiyê de ji bo jinan neveqetandina buçteyê nêzîkatiyê nîşan dide. Qeyûman dîsa wek berê piraniya lêçûnan ne ji bo xebatan ji bo konser an jî alavê xelatê veqetandiye. Em dixwazin vê pergalê biguherin.”
 
‘Em ê vê pergala rizyayî beralî bikin’
 
Fîgenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî hilbijartinan dest bi xebat û planên xwe kirine û got: “Lê mixabin qeyûm tayîn kirin. Lê ev nayê vê wateyê ku têkoşîn li vir diqede. Em ê hemû bi hev re vê pergala rizyayî beralî bikin.”