Ji partiyên Kurdistanê ji bo kongreya HDP'ê peyamên piştevaniyê hatin şandin

  • 15:17 23 Sibat 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hatin şandin.
 
Ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) peyamên piştevaniyê hatin şandin. 
 
Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federal Mesrûr Barzanî diyar kir ku vexwendnameya HDP'ê ya ji bo tevlîbûna kongreyê gihîştiye destê wî û ev tişt got: "Hêvîdar im ku kongreya we bibe wesîleya xurtbûna aştî û biratiyê û dostaniya gelan."
 
Ji Herêma Kurdistanê ya Federal Tevgera Azadî jî peyam ji bo kongreyê şand û di peyama xwe de ev tişt got: "Bi baweriya serketina demokrasî, azadî û gelan, em ji Başûrê Kurdistanê kongreya we silav dikin" da.
 
PYD: Bala me li ser kongreya HDP'ê ye 
 
Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyamek şand. Di peyama PYD'ê de jî ev tişt hate gotin: "Bala gelê Kurd îro li ser kongreya HDP'ê ya li Bakurê Kurdistanê ye. Bi navê PYD'ê em kongreya we silav dikin û hêviya serketinê ji we re dikin."
 
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê, ji Herêma Kurdistana Federal Tevgera Gel a Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Tevgera Goran, Rêxistina Jİnên Azad a Kurdistanê, Partiya Keskan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê jî peyamên piştgiriyê şandin kongreya HDP'ê.