Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş peyam ji kongreyê re şandin

  • 15:13 23 Sibat 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Hevserokên DHP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji kongera DHP'ê re peyam şandin û wiha gotin: "Em niha di zindanê de ne, lê dilê me parçeyek ji agir e. Em ji we hînî berxwedanê bûn. Dayik û jinên têkoşer em ji we hînî sekna rast bûn.  Me hê di çavên we dît, li qadên ku dengê serhildanê lê olan dida. Me ji we hez kir û em niha gelek bêriya we dikin."
 
Kongreya 4'emîn a Asayî ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) bi coşeke mezin berdewam dike. Di kongeryê de peyama hevpar a Hevserokên  Giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ku şandin hat xwendin.
  
Di peyama Fîgen û Selahattîn a bi sernavê "Partiya Demokratîk a Gelan, Rêya te Vekirî Bayê te Zêde be" de wiha hat gotin:  “Em Dîwana Kongerya Mezin a Asayî ya partiya xwe, hevalên xwe yên delege, mêvanên me yên ji hundir û ji dervê welêt, nûnerên sefaretxane, çapemeniyê û gelên xwe ji dil û can hembêz dikin. Partiya me HDP ji roja hatiye damezrandin û vir de buye hêviya glelên li Tirkiyeyê ku mafên wan tên binpêkirin.   Em bi dil û can bi we re ne. Em bi soza xwe bi pênûsa xwe bi we re ne. Em ji we re silavên xwe û hezkirina xwe dişînin. Em hevserokên partiya xwe û hemû rêveberiya partiyê pîroz dikin û dibêjin em bi we re ne .An serkeftin an serkeftin.