Kongreya HDP'ê bi dirûşmên li dijî tecrîdê hat destpêkirin

  • 11:42 23 Sibat 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Kongeraya 4'emîn a Asayî ya HDP'ê li Li Salona Sporê ya bi tevlibûna hezaran hat destpêkirin. Dirûşmên li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê dan.
 
Li Enqereyê 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li Salona Sporê ya Enqere dest pê kir. Li salona kongereyê pankartên bi gelek zimanan  ku li ser wan "Aştî, Edalet, Wekhevî, Azadî" hatibûn nivîsandin hatin daliqandin û dirûşmên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan hatin berzkirin. 
 
Beriya bijartina dîwanê axaftina vekirinê Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Azad Bariş kir û got: “Îro em hevdîtinek pir watedar pêk tînin. Wê ev kongreya me ji her kesî re bibe bersivek xurt. Em silavê xwe ji her aliyê Kurdistan, Tirkiyê û cîhanê re dişînin. Em carek din hemû hevrêyÂen xwe silav dikin. Em soz didin we dê HDP bi ser bikeve û gel biser bikevin.” 
 
'Em ne bêçare ne'
 
Piştî axaftina vekirinê, ji bo kongreyê dîwan hat bijartin. Ji bo hevserokatiya dîwanê parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tirkyakî û Parlmantera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari hatin bijartin. 
 
Ruştu û Tulay axivîn û gotin: “Em kongreya xwe di serdemek ku hemû azadiyên me û mafên mirovan bûne kangren pêk tînin. Feqîrî zêde dibe. Tundiya li dijî jinan zêde dibe. Di pirgirêka kurd de bêçareserkirin û tundrewî zêde dibe. Vê zîhniyeta ku pirsa kurd çareser nake, li dijî Iraq û Sûriyê şer daye destpÂekirin û şer ji bo gelan rewa dibîne. Em wek gelan ne bêçare ne. Çare di hêza demokrasiyê û di yekîtiya wan de ye. Hêz di sînerjiya ku bi afirîne de ye. Silav ji berxwedêrên li Îmraliyê, Kandira û Edîrneyê û hemû berxwedêrên li zîndanên li welat re. Silav û hezar silav li we. Kongreya me wê hêvî û yekîtiyê bi xwe re bîne.”
 
Di kongreyê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. 
 
Kongre bi axaftina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan didome.