Semra Guzel: Li dijî pêşnûmeya êrîşa zayendî têkoşîneke rêxistinkirî şert e

  • 09:12 22 Sibat 2020
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Parlamentera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku hikûmet bi sererastkirina ‘di êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de bi riya zewacê efû’ tacîz û tecawizê rewa dike û got ev qanûneke ji bo serê tacîz û tecawizê bê girtin tên kirin û li dijî vê têkoşîneke rêxistinkirî divê pêk bê.
 
Sererastkirina ‘Di êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de bi riya zewacê efû’ ku berê rastî bertekan hatibûn û li ser van bertekan hatibû vekişandin, carek din di pakêta darazê ya duyemîn de cih girt. Bi vê sererastkirinê jî di rewşa ku ferqa temen di navbera gumanbarê tecawizê bi zarokê de ne di ser 10’î de û zewac çêbibe wê ceza bê taloqkirin. Bertekên li dijî efûya îstîsmarê li her derê didomin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî der barê pêşnûmeya efûyê de nirxandin kir.
 
Semrayê got hikûmet bi vê pêkanînên tacîz û tecawizê rewa dike û got: “Ev pêkanîn bi zîhniyeta ku ji bo bûyera weqfa Ensar gotin ‘bi carekê tiştek nabe’ re heman zîhniyete. Em ji bo her kesên di bin 18’yî de dibêjin zarok e. Efûya tacîz û tecazê jî bi tu awayî tune. Bi vê efûyê re wê pêşiya tacîz û tecawizan bê vekirin. Em îro dibînin ku ev rêje ji 3 hezarî derketiye 10 hezarî.”
 
‘Li Kurdistanê polîtîka şerê taybet di dewrê de ye’
 
Semrayê diyar kir ku li herêmê polîtîkayên şer ên taybet dikeve dewrê û got li Dêrsîmê bûyerên hatine jiyîn li holê ye û wiha dom kir: “Hemû bûyera tacîza li hember zarokan, tacawiza li hember jinan û bûyera windabûna Gulîstan Doku heye. Li Kurdistanê bi taybet polîtîka şer di dewrê de ye.”
 
‘Armanc veşartina tacîz û tecawizê ye’
 
Semrayê destnîşan kir ku Tirkiyeyê Peymana Stenbolê îmze kiriye û ger ku pêk bîne wê îstîsmara zarokan, bûyerên tacîz û tecawizê kêm bibin û got: “Di vê peymanê de xalên ku jinan diparêzin cih digirin. Xalên ku gumanbaran ceza dike cih digire. Ligel vê jî ji bo ev bûyer pêk neyên xalên hişmendîkirina civakê jî cih digirin. Ger ev peyman pêk bê wê bûyerên şîdetê jî kêm bibin. AKP’ê demek nêz de giştînameyek weşand. Wezareda Dadê li dijî şîdeta li ser jinan weşand. Çend xalên vê giştînameyê yên bal dikişandin hebûn. Ya herî balkêş jî ‘di çapemeniyê de qedexekirina rewşên tacîz, tecawiz û kuştinên jinan bûn’. Yanî qedexeyeke ku di çapemeniyê de bê weşandin. Ev jî tê wateya ku tiştên tên jiyîn bê veşartin. Ev xal ji bo bêcezakirinê ye. Ev giştîname bi armanca veşartina tacîz û tecawizê pêk hatiye.”
 
‘Divê têkoşîn bê mezinkirin’
 
Semrayê balkişand ser qanûna îstîsmara li hember zarokan û wiha axivî: “Tirkiyeyê peymana der barê pêşîgirtina îstîsmara zarokan a Konseya Ewropayê, îmze kiriye. Girêdayê vê Tirkiye divê spotên çapemeniyê ava bike, bir riya çapemeniyê gel bike xwedî agahî, ji bo kesên bi zarokan dixebitin perwerdehiyan bide. Ji bilî vê der barê zarokan de perwerde hene. Di rewşê ku guman hebin de divê zarok hema agahiyê bidin malbatan. Ger îro ev peyman pêk bihata wê ev bûyer nehatibana jiyîn. Ji ber vê divê em li dijî vê pêşnûmeya efûyê heta dawî têbikoşin û têkoşînê mezin bikin. Bi têkoşîna hevpar dikare pêşî li van bûyeran bê girtin.”