Ber bi kongreya mezin ve: HDP’ê zemîna hêviyê afirand

  • 09:15 21 Sibat 2020
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - HDP di 23’yê Sibatê de 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî wê pêk bîne. Hevseroka Giştî ya ewil a HDP’ê Fatma Gok got divê xwedî li fikra HDP’ê bê derketin û got: “Dema HDK hat avakirin me got ‘zemîna hêviyê diafirîne’. HDP’ê her tim hêvî ava kir. Bi rastî jî tevî hemû zextan HDP îro hêviyê diafirîne.”
 
HDP di 23’ê Sibatê de li Arena ya Enqereyê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin wê pêk bîne. HDP’ê di 24-25’ê Mijdarê de piştî konferansa du rojan şûnde biryara der barê xeta têkoşînê ya dema nû de dabû. HDP’ê rojeva ‘Tifaqa Demokrasî’ û ‘Tirkiyebûn’ da pêş xwe. Ligel van xalan, di encamnameyê de hat diyarkirin ku wê di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bi israr bin.
 
HDP di 23’ê Sibatê de diçe kongreya Asayî ya mezin û di riya ku wê bibe partiya Tirkiyeyê de, pêngavên wê jî gelek zelal in.
 
Bi fikra Abdullah Ocalan derketin rê
 
Bi avabûna Kongrey Demokratîk a Gelan (HDK) re HDP bû partî û di lezbûna partîbûna HDK’ê de fikra ‘partiyeke çep ya ku Tirkiyeyê hembêz dike’ ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek bi bandor bû.
 
HDP wek partiya sîwaneyê hat avakirin
 
HDP wek partiya sîwaneyê ya ku hatina gel hev a DBP’ê, Partiya Karkerên Sosyalîst Şoreşger (DSÎP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Partiya Keskan û Çep di 12’ê cotmeha 2012’an de hat avakirin. Hevserokatiya wê jî Seroka THÎV Yavuz Onen û Prof. Dr. Fatma Gok kir.
 
Di yekemîn Kongreya Awarte ya 27’ê Cotmeha 2013’an de Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel û Parlamenterê Mersînê Ertugrul Kurkçu hatin hilbijartin.
 
2’yemîn Kongreya Awarte di 22’ê Hezîrana 2014’an de pêk hat û hevserokatiya HDP’ê vê carê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag û parlamenterê Colemêrgê Selahattîn Demîrtaş dewir girtin.
 
HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de ji sedî 13 deng girt û bi 80 parlamenterî ket meclîsê.
 
3’emîn Kongreya Awarte di 3’yê Sibata 2017’an de hat kirin û Serpîl Kemalbay û Selahattîn Demîrtaş hatin hilbijartin. Hevseroka Giştî ya ewil Fatma Gok ji duh heta îro der barê HDP’ê de ji ajansa me re axivî.
 
‘HDP bi kelecanek mezin hat avakirin’
 
Fatmayê diyar kir ku HDP partiya pêkhateyan bû û got: “HDP tevgera jiyaneke nû ya hemû gelan, ya jin, saziyên civaka sivîl, LGBTÎ, Elewî, Êzidî ye. Dema hat avakirin kelecanek mezin hebû. Ji 34 pêkhateyan hatibû avakirin. Ev pêvajo wisa pêş ket. Hilbijartin derketin pêş me. HDP hat avakirin.”
 
‘HDP mîrateya hêviya azadî, aştî û demokrasiyê ye’
 
Fatmayê bi lêv kir ku HDP di encam û mîrateya hêviya aştî, demokrasî û azadiyê de derketiye holê û got: “Hem li rojavayê Tirkiyeyê hem li herêmê ev wisa ye. HDP, partiya HDK’ê ye. Ev tiştekî gelek girîng e. Divê em tu car vê ji hişê xwe dernexin. Em carna vê ji bîr dikin. Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de di encama hêviya ku HDP’ê afirandibû hat girtin. Me encamek wisa dipa. Ev pêvajoya azadkirin, aştî û demokratbûnê bû. Lê pêvajoya aştiyê wê demê veguherî ya şer. Gelê herêmê û Tirkiyeyê li berxwe dan. Vê berxwedanê hêzên serdest jî matmayî hişt. Li ser vê zext zêdetir bûn. Ev berxwedana li dijî hemû zextan bêguman girêdayî felsefeya damezrandina HDP’ê bû.”
 
Fatmayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku dema HDK hatiye avakirin wan gotiye ku ‘zemîna hêviyê diafirîne’ û got: “Bêguman hêvî afirand û her tim berdewam kir. Hemû cîhan vê dibîne. Bi rastî îro HDP li cihekî gelek girîng cih digire. Tevî hemû zextan, tevî hemû planên çewisandinê divê gelên Tirkiyeyê xwedî li HDP’ê derkeve. Divê rojavayê Tirkiyeyê zêdetir xwedî lê derkeve û li ser hûr bibe. Em karekî hêsan nakin. Armanca li pêş HDP’ê ji bo mirovahiyê bi rastî jî gelek girîng û fedekar e. Tevî hemû êrîş, zext û zordariyê xebatên xwe dimeşîne û têkoşîneke cidî dide.”