Şîlan Elmas: Divê em bibin rihê evîna azadiya Birêz Ocalan

  • 09:12 19 Sibat 2020
  • Ramyarî
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Rêvebera HDP’a Amedê Şîlan Elman Kan, polîtîkayên tecrîdê yên di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de pêk tê nirxand û got: “Divê em bibin rih û bêrîkirina evîna azadiya Birêz Ocalan. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê em jin ji Birêz Ocalan re bibin rê. Divê em jin deynê xwe yê ji bo Birêz Ocalan bi pêşengiyeke xurt bidin.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Rêvebera HDP’ê ya Amedê Şîlan Elmas Kan der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir.
 
‘Gelê Kurd ji serî de li dijî kamployê sekinî’
 
Şîlanê wiha got: “Îdeolojiya Abdullah Ocalan, polîtîkayên rant û şer yên hêzên kapîtalîst deşîfre kir. Hêzên emperyalîst wek çare bi operasyoneke berfireh hewl dan Ocalan ji dewrê derxînin. Lê gelê Kurd ji serî de li dijî komployê sekinî û bêyî Rêberî jiyan qebûl nekirin. Hêzên komploger her çiqas hewl bidin ku pêşveçûna dîrokê neguhere jî, şoreşgerên mohra xwe li dîrokê dan, bi dehan carî nîşan dan ku di her şert û mercî de Ocalan û fikir û nêrînên wî diparêzin. Me ev herî dawî di greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin de dît.”
 
‘Birêz Ocalan ji bo gelan hêvî ye’
 
Şîlanê destnîşan kir ku tecrîd, bi fêmkirina Abdullah Ocalan dikare bê şikandin û got: “Di şexsê Birêz Ocalan de gelên Tirkiyeyê 21 sale di bin tecrîdê de ne. Tecrîd bê şikandin wê gelên Tirkiyeyê zêdetir bibin xwedî statu. Birêz Ocalan ji bo gelan hêvî û şanseke mezin e. Kurd di her şert û mercî de ji bo tecrîd bi dawî bibe wê fikir û paradîgmaya Birêz Ocalan bikin meriyetê.”
 
‘Divê em jin bibin rê’
 
Şîlanê wiha got: “Divê em bibin rihê evîna azadiya Birêz Ocalan. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe divê em jin ji Birêz Ocalan re bibin rê. Her çiqas têkoşîna jinan li qadan mezin bibe wê rêber jî azad bibe. Divê em deynê xwe bi pêşengtiyeke xurt bidin. Em jin wê bi têkoşîna xwe tecrîdê bi dawî bikin.”