Hevşaredara Qereçobanê Remziye: Naxwazin jin bi hêz bin

  • 09:05 7 Sibat 2020
  • Ramyarî

Zeynep Durgut

ERZIROM - Hevşaredara Qereçobanê ya ku ji kar hatî dûrxistin Remziye Sonmez diyar kir ku çend hatibûn dûrxistin jî dê xebatên xwe bidomînin û got: "Me sozek dabû jinên ku li Qereçobanê dijîn û em ê soza xwe bi cih bînin. Em ê bi xebatên xwe hişmendiya serdest teşhîr bikin." 
 
Di 27'ê kanûna 2019'an de 15 endamên Meclîsa Şaredariya navçeya Qereyazî, Tekman û Qereçobanê ya Erziromê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji peywirê hatibûn dûrxistin. 15 endamên Meclîsa Şaredariyan bi hinceta derbarê wan de doz û lêpirsîn heye hatibûn dûrxistin. Der barê mijarê de hevşaredara Qereçobanê ya ku ji kar hatî dûrxistin Remziye Sonmez ji ajansa me re axivî. 
 
Remziye di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dûrxistin û bêtehemûliya îktîdarê û wiha got: "Dûrxistina min li dijî pergala hevşaredariyê bû. Ger ku pergala hevşaredariyê ji hêl îktîdarê ve bihata qebûlkirin em nedihatin dûrxistin. Ji dûrxistina hevşaredarên jin polîtîk e. Ji ber ku pergal dizane ku hêza jinan çiqas mezine. Ji ber vê yekê jî em hatin dûr xistin. Wekî sedem dozên me yên berê hatin nîşan dan, lê derbarê van dozan de lêpirsîn hêj nehatibûn dest pê kirin. Dosya vala ne. Le em ji baş dizanîn ku ji bo ku jin li Qereçobanê temsîliyetê nekin ev rêbaz hat bikaranîn. Lê me dûrbixin jî em dîsa dev ji xebatên xwe bernadîn. Bêgûman bi van polîtîkayan nikarin me bixin di navbera çar diwaran de. Em ê dîsa xurt bibîn, em ê dîsa li gorî derfetên xwe projeyên xwe bixîn mêrîyetê. Ji ber wê jî tişta ku bikeve ser milê me em ê dîsa bikin. Em ji xebatan dûr nakevin.”
 
‘Em ê soza xwe bînin cih' 
 
Remziye destnîşan kir ku pergal ji hêza jinan ditirse û ev tişt anî ziman: "Bi rastî li her derê dijmin ji hêz û hebûna jinan ditirse. Em ê xwebatên xwe yê derbarê bi hêzkirina jinê bidomînin. Erdnegariya Qereçobanê bi cotkarî û sewalkariyê tê naskirin. Li vir zêdetir jî jin kedê didin. Li vir jî keda ku jin dide nayê dîtin û karê ku jin dike jî tê înkarkirin. Ji ber vê yekê ew soza ku me daye jinên Qereçobanê em ê pêk bînin bi dûrxistinan nikarin me bidin sekinandin.”
 
'Projeyên me curbicur hatin rawestandin' 
 
Remziye di axaftina xwe de wiha qala projeyên xwe kir: "Projeyên me hebûn û bi dûrxistinê xwestin projeyen me bidin sekinandin. Mînak li Qereçobanê hejmara esnafên jin kêm in. Me di serî de xwest bazara ku jin danûstandinê dikin vekin. Me xwest bi vê rêbazê hejmara esnafên jin zêde bikin. Ger îro Qereçobanê 5 jin hebin me xwest em hejmara esnafên jin bikin 20. Her wiha di nava projeyên me de avakirina kooperatîfan jî hebû. Ji bo jin di her qada jiyanê de cih bigire projeyên me yên cuda hebûn. Lê nehiştin."
 
‘Em ê bi xebatên xwe hişmendiya serdest teşhîr bikin’
 
Remziyeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ligel dûrxistin, zor û zehmetiyan dê dîsa xebatên xwe bidomînin û wiha bi dawî kir axaftina xwe: "Em ê bi xebatên xwe hişmendiya ku li ber me dibe asteng teşhîr bikin. Em ê her tim di nava gelê xwe de bin. Ji bo çi em hatin dûrxistin em ê van tevan yek bi yek ji gel re vebêjîn. Nahêlin dengê jinan derkeve û nahêlin rengê jinê hebe. Li her qadê êrîşê jinan dikin. Em ê li tax, kolan, gund û bajarên bigerin hişmendiya serdest teşhîr bikin û xebatên xwe bidomînin."