Komîsyona Mutabakata Jina Azad hat avakirin

  • 09:18 6 Sibat 2020
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - HDP di 23’ê Sibatê de diçe kongreyê û Komîsyona Mutabakata Jina Azad hat avakirin. HDP’ê ku nûneriya wekhev esas girt, di Komîsyona Mutabakata Tevlihev de jî nûneriya jinê esas girt.
 
HDP di 23’ê Sibatê de 4’emîn kongreya xwe pêk tîne û beriya Kongreyê jî di 18-19’ê Çileyê de bi dirûşma ‘Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in’ Konferansa Jinê pêk hat. HDP’ê di 24-25’ê Çileyê de jî bi dirûşma ‘HDP’yek xurtir, têkoşîneke xurtir’ li Enqereyê Konferans pêk anî.
 
Komîsyona Mutabakata Jina Azad hat avakirin
 
Bi armanca lingên têkildar xebatek hat destpêkirin û Komîsyona Mutabakatê hat avakirin. Di mutabakatê de jî Mutabakateke Jinê hat avakirin. Her wiha di asta navendî de jî Komîsyoneke Mutabakata Jinê hat avakirin. Tê hedefkirin ku rengînî di HDP’ê de di alî jinê de bê nîşandan. Serlêdanên komîsyonê di hewzê de tên komkirin. Serlêdanên namzetiyê ji aliyê komîsyona xweser ve tê nirxandin. Kesên dema pêş de di siyaseta HDP’ê de cih bigirin bi biryara komîsyonê wê bê diyarkirin.
 
Li 7 herêman xebat tê meşandin
 
Di Komîsyona Mutabakata Jinê de belavkirina peywirê hat kirin. Li 7 herêman xebat tê meşandin. Yekser bi jinan re hevdîtin tên kirin û namzet tên teşwîqkirin. Her wiha piştî konferansan HDP li herêman jî bi jinan re hatin cem hev û nîqaş meşandin. Der barê xeta têkoşîna dema nû de jî, nêrîna siyasetmedarên li girtîgehê jî hat girtin. Her wiha dîsa ji bo kesên ku dixwazin di meclîsa jinan û organên têkildar de cih bigirin, li herêman 7 komîsyon hat avakirin.
 
Di kongreyê de pêngaveke mezin tê payîn
 
Kongre wê li Arenayê pêk bê û tê payîn ku 30 hezar kes tevlî bibin û jin wê bi reng û cudahiyên xwe di kongreyê de bên cem hev. Di kongreyê de di tevlibûnê de nûneriya wekhev tê payîn. Gelek partiyên siyasî, rojnameger û rêxistinên jinan hatin vexwendin.
 
Hevberdevka Meclîsa Jinan Dîrayet Dîlan Taşdemîr der barê kongreyê de axivî. Dîrayetê da zanîn ku tevlîbûna jinan û diyarkirina jinan wê bi biryarên xweser ên jinan û komîsyonan bê diyarkirin û got: “Partiya me di 23’ê Sibatê de diçe kongreya mezin. Wê enerjiyeke mezin a hêzeke mezin derdixe holê derkeve pêş. Plansazî û binesaziyeke mezin wê derkeve holê û bi kandroya nû wê xwe ji nû ve tevlî pêvajoyê bike. Bêguman wateya kongreyê ji bo me gelek girîng e.”
 
‘Rêxistinbûna Meclîsa Jinê gelek girîng e’
 
Dîrayetê destnîşan kir ku îdiaya ku HDP partiya jinê ye li cihekî gelek xurt disekine û got: “Li hember xeta têkoşîna azadiya jinê êrîşên cidî hene û polîtîkayên dijminê jinê gelek zêde ne. Em bi qirkirina zayendê re rû bi rû ne. Li dijî hemû êrîşan berxwedaneke mezin a jinan heye. Ev di HDP’ê de damareke mezin e. Ji ber vê jî di dema nû de rêxistinkirina Meclîsa Jinan gelek girîng e. Der barê xeta têkoşînê de di konferansan de rê û rêbaz hatin nîqaşkirin. Hevalên ku bi kelecaneke mezin vê pêvajoyê digirin ser milê xwe wê bên xurtkirin. Hemû hevalên serlêdan kirine gelek bi nirx in. Îdiayên wan ên mezin hene. Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Tevlîbûna HDP’ê wê xurt bike û bi coşa tevlîbûnê re kelecanê re wê ev pêvajoya zehmet ji holê rabe.”