Serpîl Kemalbay: Divê em pirsgirêkên jiyanî yên jinan taloq nekin

  • 09:12 4 Sibat 2020
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, da zanîn ku alîkariyên AKP li ser mexduriyetê di bin navê ‘alîkariya civakî de’ dike, xizaniyê zêde dike û got: “Pirsgirêkên girîng îro tên jiyîn. Hewcedarî heye ku pirsgirêkên jinan neyên taloqkirin û ji îro şûnde em riyên ku bikaribin li ser piyan bisekinin biafirînin.”
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di 18-19’ê Çile de li Enqereyê bi dirûşmeya ‘Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryarin’ konferans pêk anîn. Piştî konferansê encamname hat aşkerakirin û di encamnameyê de avakirina butçeya jinê, polîtîka û çareseriyên li dijî xizaniya jinê cih girtin.
 
Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay, der barê encamnameyê de nirxandin kir.
 
‘Jin hepsi malê tên kirin’
 
Serpîlê destnîşan kir ku krîza aborî, întîxar û tunebûna hêviyê gihiştiye asteke dijwar û got: “Barê vê tabloya giran li ser milê jinan e. Jin avêtine derveyê îstîhdamê, tenê ji bo welîndînê û barê malê hatine mahkumkirin. Êrîşên sermayê heta mêrg, baxçe û rezên me dirêj bûne ev jî jinan ji çavkaniyên debarê dur dixe. AKP keda jinê bê nirx dike, hespê malê dike, xwezaya wê talan dike. Em vê jiyanê qebûl nakin.”
 
‘Em ê xebatên xwe zêde bikin’
 
Serpîlê bi lêv kir ku hewcedarî bi polîtîkayên ku jin dikarin jiyana xwe bigirin destê xwe aboriya xwe bidest bixe heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên girîng û lezgîn hene. Em nikarin bêjin ku piştî vê desthilatdariyê em ê çareser bikin. Divê pisgirêkên jiyanî yên jinê neyên taloqkirin û ji îro de em li riyên ku dikarin li ser piyan bisekinin bigerin. Em bi rêxistin û piştevaniya xwe dikarin vê biser bixin. Beriya qeyûman rêveberiyên herêmî polîtîkayên ku jin xurt dikir xistibû jiyanê. Lê qeyûman êrîşê sazî, komele û koperatîfan kir. Desthilatdarî jinan wek tehdîd dibîn.e Ji bo hedefên xwe divê em têbikoşin û em ê xebatên li ser keda jinê zêdetir bikin. Em ê koperatîf, yekitîneyên jinan ava bikin.”
 
‘Divê em zêdetir însiyatîfan bigirin’
 
Serpîlê destnîşan kir ku HDP partiyeke jinan e û ev tişt anî ziman: “Heta niha tevî kêmasiyan me gelek rê da pişt xwe. Ji bo em vê pêşde bibin divê em zêdetir xwe organîze bikin û bi feraseta wekheviya zayendî û azadîxwaz hemû xebatên partiyê teşe bikin. Divê bi vê armancê em çavkaniyên xwe seferbre bikin. Di konferansê de kêmasî di vî alî de hatin tespîtkirin. Divê em zêdetir însiyatîfan bigirin.”
 
‘Em ê ji bo mafê teqawîtbûnê û ewlehiya civakî bixebitin’
 
Serpîlê anî ziman ku wê ligel karkerên jin bin, li sendîka û qadan hêzê bidin berxwedanên jinan û got: “Jib o keda jinan a malê bê nasîn em ê têbikoşin. Der barê mafê teqawîtbûna jnên kedkarên malê û ji bo sîgorteya wan hebe em ê têbikoşin. AKP pesnê xwe dide ku her sal alîkariyên civakî zêde dike. Lê alîkariyên tên kirin ji asta welatên Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aborî (OECD) gelek dur e. AKP li ser îstpatkirina mexduriyetê alîkariyan dide û ji bo xizaniya jinan jî nikare bibe pansuman û got ev alîkairyên tên kirin jî zêdetir rê li ber xizaniyê vedike.”
 
Serpîlê da zanîn ku ji bo jin wek kesên wekhev û azad di civakê de cih bigirin, hewcedarî bi polîtîkayên wekheviya zayendî heye û got piştgiriya ji bo însiyatîfa jinan wê zêdetir hêzê bide jinan.