Dêrsîm Dag: Em di rêxistinbûyînê de bi israr û di azadiyê de jî bi biryar in

  • 09:03 31 Çile 2020
  • Ramyarî
AMED - Her ku diçe hejmara kuştina jinan zêde dibe û kujer jî bi rêya qanûnan tên parastin. Parlamenter Dêrsim Dag têkildarê kuştina jinan got: "Polîtîkayeke taybet li hemberî kurd û jinan tê meşandin. Li dijî polîtîkayên îktîdarê têkane rê jî xwe birêxistinkirin e."
 
Di mijara binpêkirina mafan de Tirkiye di rêza sereke de cih digire. Li gel Qanûna Parastina Malbatê ya hêjmara 6284'an, Qanûna Pêşîlêgirtina Şîdeta li Dijî Jinan û Peymanên Navneteweyî hene jî li Tirkiyê her roj jinek tê kuştin. Li gorî daneyên meha kanûnê 44 jin hatine kuştin. Her wiha herî dawiyê jî xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ji 5’ê çileyê ve wenda bûye û hêj jî nehatiye dîtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersîm Dag li ser kuştina jinan û winbûna Gulîstanê nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir.
 
‘Dewlet bi hişmendiya mêr tê birêvebirin’
 
Dêrsim di despêka nirxandina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê ya li hemberî jinê û got: “Îktîdar bi polîtîka û hişmendiyeke baviksalarî dewletê bi rêve dibe û dixwaze exlaqê civakê biguherîne. Di dema AKP'ê de hejmara kuştin, tacîz û tecawizê zêdetir bûn. Em her roj dibin şahîdê van yekan. Herî dawiyê ciwanê bi navê Gulîstan Doku ya 21 salî. Bi rojane windaye û hikûmet nikare vê jina ciwan bibine. Ne ji ber bêderfetbûnê naxwazin Gulîstan bê dîtin. Kesên ku ji bûyerê berpirsiyarin di roportajên xwe de dibêjin 'Ger em sûcdar bin çima dewlet me nagire û çima me diparêze.’ Ev tabloyeke biçûk a ku rewşa Tirkiyeyê û nêrîna wê ya li ser jinê vedibêje. Tecawiz û taciz bi destê polîtîkayên dewletê pêk tên û dewlet mêrên kujer diparêze."
 
‘Jin daxwaza dîtina Gulîstanê dikin' 
 
Dêrsim, di axaftina xwe de bal kişand ser fêmkirina polîtîkayên tunekirin û tecrîdê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî vîna gel polîtîkayên tecrîd, bişaftin,  qeyûman, taciz û tecawiz ê didin meşandin. Kuştin û windakirina jinê tê wateya parçeyeke tecrîdê. Mêr dikuje û dewlet dibe pişgirê dide kujeran. Jin jî li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan da û bi dirûşma em naxwazin yeke din kêm bibin daketin qadan. Daxwaza dîtina Gulîstanê kirin."
 
‘Li hemberî kurdan polîtîkayên taybet...' 
 
Dêrsim diyar kir ku li herêmê li hemberî kurdan polîtîkayên taybet tên meşandin û wiha dom kir: "Bi taybet li ser zarok, ciwan û jinên kurd polîtîkayeke tunekirinê tê meşandin. Kurdên ku bi exlaq û çanda xwe ve girêdayî ne, ji aliyê deshilatdaran ve çi bi rêbazên bişaftin û hewldanên qirêj be ew bi êrîşên taybet re rûbirû dimînin. Di serî de jî jin dibin hedef. Dirûşmeya ciwanan a ‘Girêdayî nebin, azad bibin' girîng e. Ev li dijî polîtîkayên asîmlasyon, bişaftin, kuştin, taciz û tecawizê tê gotin. Ev mînakeke ya rêxistinbûyîna jinên ciwan bû. Lê divê jin bêhtir xwe bi birêxistin bikin. Bersiva herî xurt a li hemberî polîtîkayên desthilatdaran rêxistinbûyîn e."
‘Bi rêxistinbûyînê ber bi azadaiyê ve’
 
'Di rêxistinbûyê de bi biryar in' 
 
Dêrsim herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em weke HDP, TJA'yê li hemberî van kiryaran têbikoşin. Em ê kesên ku van sûcan erê dikin û pişgirî didin e teşhîr bikin. Em ê hewil bidin ku bi rêxistinbûyînê vîna xwe azad bikin. Em ê xwe bigihînin hemû jinan. Em di rêxistinê de bi israr in û di azadiya xwe de bi biryar in."