Tulay Hatîmogullari: Li Dêrsîmê polîtîkayên şer yên taybet pêk tên

  • 09:02 24 Çile 2020
  • Ramyarî
Fîlîz Zerek
 
EDENE - Tulay Hatîmogullari ya HDP’yî, diyar kir ku der barê windabûna Gulîstan Doku de daxuyaniyeke mirovan îqna bike nehatiye dayîn û ev jî mirov dike nav gûmanan. Tulayê wiha berdewam kir: “Di gelek bûyeran de sûcên rêveberên AKP’ê û kesên nêzî AKP’ê tê veşartin. Gumana ku gumanbarê bûyerê derkeve derveyê welat û ji ber bavê wî polîse, bûyer tê veşartin, zêde dibe.”
 
Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Pola Duyemîn a Beşa Pêşxisinta Zarokan Gulîstan Doku ya ji Erxeniya Amedê ye û 21 salî bû, di 4’ê Çile de venegeriya yurda lê dimîne. Li ser vê hevalên Gulîstanê çûn Emniyetê û gilî kirin. Di qeydên kamerayê de hat dîtin ku Gulîstan saet di 11,29’an de li taxa Ataturkê li wesayîta zanîngehê siwar dibe, lê nehat tespîtkirin ku Gulîstan li ku derê ji wesayîtê peya bûye.
 
Ligel malbatê rêxistinên jinan çûn Dêrsîmê û parlamenterên jin jî bûyera windabûna Gulîstanê birin Meclîsê. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku tevî hemû hewldanan rayedaran daxuyaniyeke di cih de nedaye û got: “Li cihekî wek Dêrsîmê ku her derê wê di bin kontrolê de ye, Gulîstan bi carekê re winda dibe. Der barê windabûna wê de tu agahî nehatine bidestxistin û ev jî gumanên cur bi cur diafirîne. Kamerayên ewlehiyê li her derê hene. Gelo ew kamera çiqas hatin lêkolînkirin, rapor çiqas hatin girtin. Der barê mijarê de agahiyên têr tune ne.”
 
‘Polîs nasnameyê vedişêre’
 
Tulayê destnîşan kir ku ji ber bavê hevalê Gulîstanê, Zaynal Abakarov polîs e, hewl tê dayîn ku bûyer bê veşartin û got: “Me li meclîsê jî îfade kir. Me got divê Gulîstan demildest bê dîtin, lêkolîn bên kirin û agahiyên ku raya giştî îqna dike bên dayîn. Di gelek bûyerên ku rêveberên AKP û kesên nêzî AKP’ê cih digirin de, hewldana veşartinê heye. Geşedanên der barê Gulîstanê jî bi vî awayî ne. Divê malbat di vê mijarê de bê lêpirsînkirin.”
 
‘Dema jin dibe mijara gotinê desthilatdarî bêdeng e’
 
Tulayê daxuyakirin ku ji bo gelek kesî ji ber parvekirinên li ser çapemeniya civakî qedexeya derketina derve tê dayîn lê di vê mijarê de ji bo gumanbarê bûyerê Zaynal Abakarov destura derketina derve hatiye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu aliyê vê yê bê fêmkirin tune ye. Darazê ev şex parastiye. Dem mijar dibe windabûna jinan, şîdeta li ser jinan, revandina jinan, bêcezabûn derdikeve pêş. Divê Peymana Stenbolê demildest bikeve jiyanê. Li Dêrsîmê polîtîkayên şer yên taybet pêk tên. Dêrsîm bi nasnameya xwe ya taybet tê zanîn û cihê şoreşger, demokrat û welatparêzan e. Ji ber vê jî polîtîkayên şer yê taybet lê pêk tên.”