Mijara nûçegihana me Fîlîz Zeyrek di rojeva meclîsê de ye

  • 14:38 22 Çile 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Nûçegihana me Fîlîz Zeyrek ji bo alîkariya zarokan wergire serî li Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî ya Seyhanê dide. Piştî serlêdanê kesên xwe wekî "îstixbaratvan" didin naskirin sîxurtiyê lê ferz dikin. Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmoglu derbarê mijarê de pirsanameyek da meclîsê. 
 
Dayika 2 zarokan Fîlîz Zeyrek ji bo alîkariya zarokan wergire serî ki Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî ya Seyhanê dide. Piştî vê Navenda Polîsan a Şakîrpaşayê gazî wê dikin. Kesên xwe wekî "îstixbaratvan" didin naskirin bi beramberiya xanî û pereyan sîxurtiyê teklîfî Fîlîzê dikin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatîmogllari mijara Fîlîzê Wezîrê Karê Hindurîn Suleyman Soylû pirsî. 
 
Di pirsnameya ku hatî amadekirin de wiha hat gotin: "Nûçegihana Jin Newsê Fîlîz Zeyrek ji bo alîkariyê bigire serî li Qeymeqemiya Seyhanê dide. Piştre di 14'ê çileyê de telefonî wê kirine û jê re gotine, 'Te serî li Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî daye. Ji ber vê divê tu bêyî Navenda Polîsan a Şakîrpaşayê îmzeyê bidî'. Fîlîz jî çûye Navenda Polîsan a Şakîrpaşayê, lê belê li vir du kesên xwe wekî "îstixbaratvan" dane naskirin jê re gotine 'Te ji bo alîkariya zarokan serî li Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî ya Navçeyê daye. Me gazî te kir, me xwest em te nas bikin. Bi qasî em dizanin te û hevjînê xwe dev ji hev berdaye. Du zarokên te hene û rewşa te ya aborî nebaş e. Ji xwe te ji bo vê serlêdan kiriye. Em jî dixwazin aliyê te û zarokên te bikin. Wê pêşeroja te û zarokên te pir baş be. Em soz didin. Xaniyê te tuneye. Çi li nav bajêr çi jî derî bajêr em ê xaniyekî ji te re bikirin. Em ê di warê perwerdehiya zarokên te de alîkariyê bikin.' Piştre kesên ev tişt jê re gotinê wê kêliyê pere danîne ser maseyê û gotine, 'Ev jî diyariya me ye, bide zarokên xwe. Rahêle û ji bo wan xerc bike'. Fîlîz di nav salekî de 3 caran bi zextan re rûbirû maye û herî dawiyê serî li Komeleya Mafên Mirovan a Edenê daye.
 
Em dixwazin bersivên wan pirsan bên dayîn.
 
*Gelo derbarê mijarê de heta niha lêkolînek hatiye kirin?
 
* Îstîxbaratvan kî ne gelo? 
 
*Gelo kesên ku alîkariyê dixwazin agahiyên wan kesan ji emniyetê re tên şandin? 
 
* Derbarê mexdûriyetên bi vî rengî de gelo xebetek tê kirin?"