Encamnameya konferansa Jinên HDP'yî: Em ê tevna piştgiriya jinê ya enternasyonal ava bikin

  • 15:24 21 Çile 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê encamnameya konferansa xwe ya 3'yemîn aşkera kir. Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Hîn bêtir mezin dibin, dibin yek, di serî de li Tirkiye û Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn û her deverê armanca xwe ya avakirina tevna enternasyonal a jinê her roj şênber dikin. Em careke din vê îdîa û biryardariya xwe dubare dikin, 2019 sala berxwedanê bû, 2020'î jî wê ji bo me bibe sala serketinê."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 18 û 19'ê çilê de bi dirûşma "Em di azadiyê bi israr in, di têkoşînê de bi biryarin" 3'yemîn konferansa xwe li Enqerê li dar xistibûn. Îro encamnameya konferansa xwe ji raya giştî re aşker kirin. Li gel bîranîna şoreşgerên kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, di encamnameyê de di şexsê Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak de hemû hilbijartiyên dîlgirtî hatin silavkirin.
 
Xurkirina têkoşîna bi hev re...
 
Ji Rojava heta Şîlî, ji Hindistanê heta Îranê û Sûdanê berxwedan û têkoşîna jinan, bindestan a li dijî birçîbûn, xizanî, bêkarî, tundî, destavêtin, mêtingerî, talana ekolojîk di encamnameyê de hat bibîrxistin û encamname wiha dom kir: "Li dijî van êrişên piralî em dibêjin, jin tê wateya jiyanê. Em, parçeyek ji têkoşîn û parastina jiyana azad û demokratîk in, ji bo xurtkirina têkoşîna hevgirtî em avakirina tevna enternasyonal a jinê datînin pêşiya xwe.
 
Alternatîfên çareseriyê li ber me ye
 
Herêm û welatê me di nava dorpêçiyeke kujer a şer de ye. Konferansa me tespîta wê yekê kir, ku hêzên sermayeya global û dîktatorên herêmê yên statukoparêz ên li pêy têkoşîna hegemonyayê ne, ji bilî zext, zilm, tundî, komkujî, serdestiya mêr û şer tiştekî din pêşkêşî jinan nakin. Yek ji alternatîfên çareseriyê li ber me ye, modela Rojava ye ku barbariya DAÎŞ'ê û hêzên herêmê yên emperyal têk bir û bi şoreşa jinê, destûra bingehîn a jinê, meclîsên jinê, akademiyên jinê û hêzên xweparastinê yên jinê civaka serdestiya mêr veguhert.
 
HDP partiya jinê ye 
 
Li Mêrdîn, Çewlik û Dêrsimê bi teşwîqa dewletê bûyerên destavêtin, tundiya zayendî yên bi destê dewletê rû dan ku ev yek polîtîkaya şerê taybet e. Bi rêya van polîtîkayan hewl didin jiyanê li jinên Kurd teng bikin, her wiha bi modela qeyûman tevna piştevaniya jinan ji holê rakin, hevserokatî û mafê me yê temsîliyeta wekhev krîmînalîze bikin. Modela hevserokatiyê xeta me ya mor e ku me li saziyên xwe yên partiyê hemûyan bi cih kirine. Em ê ji îdîaya xwe ya 'partiya jinê' gaveke bi tenê jî paşve neavêjin.
 
Li dijî tecrîdê dê têkoşîn bidome
 
Birêz Abdullah Ocalan 21 sal in bi rengekî bênavber di nava tecrîda mutleq de ye. Tevî ku tecrîd bi berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hat şikandin jî lê belê bi koalîsyona şer a faşîst ji nû ve ket meriyetê. Ew têkoşîna li dijî tecrîdê weke beşek jêneveger a têkoşîna li dijî polîtîkayên tundî, tekperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê dibînin û têkbirina tecrîdê weke armancekê danîne pêşiya xwe.
 
Îdia û biryarbûna xwe dubare dikin
 
Em hîn bêtir mezin dibin, dibin yek, di serî de li Tirkiye û Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn û her deverê armanca xwe ya avakirina tevna enternasyonal a jinê her roj şênber dikin. Em careke din vê îdîa û biryardariya xwe dubare dikin, 2019 sala berxwedanê bû, 2020'î jî wê ji bo me bibe sala serketinê."
 
Ji bo azadiya jinên girtî kampanya
 
Di encamnameyê 3'yemîn Konferansa Meclîsa Jinên HDP'ê de çend ji biryarên hatin wergirtin hatin parvekirin. Li gorî vê yekê:
 
"*Têkoşîna li dijî tundiya mêr û dewletê ya li dijî jinê wê bê mezinkirin.
 
* Li dijî siyaseta mêtingeriyê, dagirkeriyê û qeyûm wê têkoşîna parastina destketiyan bê xurtkirin.
 
* Navenda bîrê û akademiya siyasetê ya jinê wê bê avakirin.
 
* Tevna piştgiriya jinê ya enternasyonal wê bê avakirin.
 
* Têkoşîna li dijî tecrîdê wê bi biryardarî bê meşandin.
 
* Kampanyayên ji bo azadiya jinên girtî wê bên birêxistinkirin.
 
* Budçeya jinan bê avakirin.
 
* Li dijî xizaniya jinê wê polîtîka bên afirandin û çareserî bên destnîşankirin.
 
* Têkoşîna ekolojiyê wê were xurtkirin.
 
* Piştgiriya bi jinên koçber û penaber re wê were xurtkirin.
 
* Li dijî serdestiya mêr a li nava partiyê wê pîvanên jinê bên bi bandorkirin.
 
* Meclîsên Jinan ên Ciwan wê werin avakirin."