'Serîhildanek jinê ya ku pêşengiya guhertinê dike heye'

  • 09:51 21 Çile 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dirayet Dîlan Taşdemîr, anî ziman ku di 3'emîn konferansa jinê de wan nîqaşên têr û bi hêz kirine û wiha got:"Tevî êrîşan jinên ku pêşengiya guhertin û serîhildanê dikin hene. Di demeke herdu rastî hevdu zindî dikin de me konferans pêk anî."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em ji bo azadiyê bi israr, ji bo têkoşînê bi biryar in" di 18-19'ê ê Çileyê de bi beşdarbûna 400 jinî 3'emîn Konferansa Jinê pêk anî. Di konferansê de bi nîqaşên ku hatin kirin nexşerêya têkoşîna jinê ya serdema nû hat destgirtin. Her wiha di konferansê de pêşniyariya "Pêdiviya jinê ya ji bo têkoşîna enternasyonel" derket pêş. Di heman demê li ser polîtikayên îktidarê yên wekî zêdekirina tundiyê, komkujiya li ser jinê, îstimara li dijî zarokan hat rawestandin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dirayet Dîlan Taşdemîr derbarê nexşerêya têkoşîna jinê ya serdema nû ya di konferansê de hat nîqaşkirin, axivî. 
 
'Di konferansê de nîqaşên xurt hatin kirin'
 
Dîrayetê da zanîn ku berî ew konferansa xwe pêk bînin wan li heft herêman konferansê jinê pêk anîne û wiha got:"Me li konferansên herêmî nîqaş kirin û me rojevên konferansên herêmî li vê konferansê jî anî ziman. Em li ser rêxistinbûyina jinê sekinîn. Em ê kongreya xwe pêk bînin. Dema em kongreya xwe pêk bînin ew ê xeta me ya têkoşînek bi çi rengî hebe, em ê rêxistinbûyinek bi çi rengî ava bikin hemû di konferansê de hatin nîqaşkirin. Ji bo bingehek xurt a kongreyê di konferansê de nîqaşên xurt hatin kirin."
 
'Serîhildanek jinê ya ku pêşengiya guhertinê dike heye'
 
Dîrayetê da zanîn ku ji mijarên ku derketine pêş yek jê qirkirina li dijî jinê bû û wiha dewam kir:"Xala polîtikayên dijminatiya li dijî jinan a AKP û MHP'ê jî mijarek girîng a hat nîqaşkirin bû. Tevî êrîşan jinên ku pêşengiya guhertin û serîhildanê dikin hene. Di demeke herdu rastî hevdu zindî dikin de me konferans pêk anî. Li dijî destkeftiyên jinê êrîş hene. Li dijî van êrîşan em ê xwe çawa biparêzin? Ev pirsek girîng e. Me ev mijarana bi awayekî xurt nîqaş kir. Ji ber ku konferans têr û tije derbas bû loma moralên me baş e."
 
'Em ji pêvajoyek ku tecawiz tê rewakirin û zayendperestî tê zêdekirin derbas dibin'
 
Dîrayetê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ji pêvajoyek ku tecawiz tê rewakirin û zayendperestî tê zêdekirin derbas dibin. Li her derê cîhanê zihniyeta baviksalarî desthilatdar e û tê xwestin ku îşlikekî (gomlek) li jinê bikin. Êrîşên bi rengê tu yê vî tiştî li xwe bike, tu yê ewqas zarok bîne, tu yê serî bitewîne tên kirin. Jin dema werin gel hevdu dikarin serî bi tundiya mêr derxin."