Semra Guzel: Şer birîna bixwîn ya civakê ye

  • 09:12 17 Çile 2020
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Semra Guzel ya HDP’î polîtîka derve ya AKP’ê ya der barê geşedanên li Lîbyayê de dimeşîne, nirxand û got: “Tirkiye li Lîbyayê jî wê tenê bimîne. Lê ji xwe derdê AKP’ê ne berjewendiyên welat e. Şer birîna bixwîn ya welat e. Em ê tu car nebin aliyê ku vê birînê teze dike.”
 
Der barê şerê navxweyî yê 9 sal in li Lîbyayê berdewam dike de, di 14’ê çile de li Moskowaya Rûsyayê zîrveyeke ku Tirkiye jî tevlî bû pêk hat. Di zîrveyê de bi hewldana hevpar a Tirkiye û Rûsyayê peymana agirbestê hat amadekirin û di encama hevdîtinan de Hikûmeta Mutabakata Neteweyî (UMH) peyman Îmze kiribû.  Halîfe Hafter jî beyî peymanê îmze bike ji Moskovê veqetiya bû. Piştî vê wezareta parastinê ya Rûsyayê, diyar kir  ku hem Halîfe Hafter hem jî UMH ji bo berdewamkirina agirbesta heyî di prensîbê de lihev kirine. Her wiha wezaretê diyar kir ku Hafter erênî li peymanê mêze kiriye lê ji bo nirxandinê du roj dem xwestiye.
Li aliyê din Tirkiyeyê ji bo leşkeran bişîne Lîbyayê di 2’ê çile de bi dengên AKP û MHP’ê tezkere ji meclîsê derbas kiribû û li ser vê di nav de Yekitiya Ereban û Misir jî heye, gelek welatan bertek nîşan dabû. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel, tezkereya mijarê gotinê ye û geşedanên li Rojhilata Navîn û pêvajoya li Lîbyayê berdewam dike nirxand.
 
‘Şer çavkaniya debarê ya AKP’ê ye’
 
Semrayê got xeteke siyasî ya AKP’ê tune û siyasetê nameşîne û got: “Bi biryarên digirin welat berbi tabloyek tarî ve dibin. Welat di mijarên wekê aborî, perwerde, tenduristî û hilberînê de şûnde dikeve û bi biryarên ku digirin hevsengiya welat xera dikin. Li welat betalî her diçe zêde dibe. Ciwan naxwazin zanîngehê bixwînin.  Ji ber dema mîlyonan ciwanî diçe çopê. Ji ber krîza aborî ciwan întîxar dikin. Binpêkirina mafan tê jiyîn. Ciwan bi alî pîskolojîk û civakî de bi bandor dibin. Azadiya fikr û ramanê tune.”
 
‘Em ê nebin aliyê tezekirina vê birînê’
 
Semrayê destnîşan kir ku tabloya li welat kaosê nîşan dide û got AKP krîzê bi polîtîkayên derve vedişêre û got: “AKP di seranserê destilatdariya xwe de ji şer xwedî bûye. Dema mijarên perwerde, tenduristî û butçeyê tê axaftin nayê meclîsê. Dema tên jî li ser kursiyên xwe radizên û denga ‘na’ didin. Lê dema tezkera şer tê axaftin hemû kes li meclîsê cihê xwe digirin. Parlamenterên AKP’ê ji şer re xizmetê dikin. HDP’ê tu car ji tezkere şer re denga ‘erê’ bikar neaniye. Em ê tu car nebin aliyê tezekirina vê birînê.”
 
‘AKP wê li Lîbyayê tenê bimîne’
 
Semrayê daxuyakirin ku bi tezkereya ji bo Lîbyayê hatiye derxistin qanûn tên binpêkirin û ev tişt bi lêv kir: “Em li Rojava binêrin. Dagirkirina Rojava çi bi wan da qezenckirin? Berovajî vê îtîbara Tirkiyeyê winda kir, Tirkiye li cîhanê tenê ma. Bû sedema jiyana sedan sivîlî. Bi sedan kes ji malên xwe bûn ji axa xwe bûn. Krîza li Tirkiyeyê jî kat bi kat zêde bû. AKP wê li Lîbyayê jî heman tiştî bijî û tenê bimîne, ji xwe derdê AKP’ê jî ne berjewendiya welat e. AKP û MHP di tu biryarê de Tirkiye û gelan nafikire. AKP SADAT û hêzên paramîlîter şand Lîbyayê. Ev çeteyên ku tu îdeolojiya wan tune, çi karê wan li Lîbyayê heye gelo? Ev çeteyên bi pere ne. Ev çeteyên îro bi pereyan li dijî Lîbyayê şer dikin wê dibê li dijî Tirkiyeyê jî şer bikin. AKP’ê li Rojava jî ev çete bikar anî.”
 
‘Ji dijminahiya li hember Kurdan fêde girt’
 
Semrayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP’ê dema polîtîkayê şer xistiye dewrê rihê netewperestiyê xistiye tevgerê, lê li Lîbyayê ev ne pêkane û wiha dawî lê anî: “Li Rojava Kurd hebûn. Ev eniya netewperest jî bi vî awayî ligel xwe girt. Lê li Lîbyayê wê ji alî civakê de tenê bimîne. AKP ji dijminahiya li hember Kurdan xwe xwedî kir û li ser vê lîst. Gelo wê li Lîbyayê çi bike? Li wir Kurd tune, wê rihê netewperestiyê çawa ligel xwe bigire? Wê ji bo windakirinê çi bêjin gelo? Dema mijar dibe Kurd propaganda reş dikin. Em wek HDP’ê her tim li dijî şer in. Em ê li dijî vê tabloya reş ya li bendê civaka Tirkiyeyê, her tim têkoşîna xwe bidomînin.”