Li Dîlokê jin li dora têkoşînê dibin yek

  • 09:10 17 Çile 2020
  • Ramyarî
DÎLOK - Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ku kongreya xwe ya asayî pêk anî lez da xebatên xwe. Jin, ciwan û kedkaran diyar kirin ku divê li dijî polîtîkayên zextê yên AKP’ê bibin yek. Hevseroka navendê ya dema berê Sultan Bayindir xebatên dema nû nirxand. Sultanê wiha got: “Dixwaze HDP’î be dixwaze nebe em li taxan hewl didin xwe bigihînin hemû jinan û em ê bi hemû jinan re li dora têkoşînê bibin yek, hêza xwe bikin yek.”
 
Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê di 12’ê Çileyê 2020’an de sêyemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Ji bo hevserokatiyê Songul Koçdag û Musa Aydin hat hilbijartin. HDP’iyan piştî kongreyê lez dan xebatên xwe û piştî vê bi zext, binçavkirin û girtinan re hat rû hev.  Hevseroka HDP’a Dîlokê ya berê Sultan Bayidnir axivî û  got: “Dixwaze HDP’î be dixwaze nebe em li taxan hewl didin xwe bigihînin hemû jinan û em ê bi hemû jinan re li dora têkoşînê bibin yek, hêza xwe bikin yek.”
 
‘Em ê têkoşîna jinê bidomînin’
 
Sultanê diyar kir ku di dema nû de wê lez bidin xebatên xwe û got ew bawer in ku wê hevserokên dema nû peywira xwe bînin cih û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû jinê cîhanê têkoşîna azadî û wekheviyê didin. Em jî li Dîlokê têkoşîna azadî û wekheviyê didin. Ji bo vê em hewl didin xwe bigihînin zêdetir jinî û hewl didin zêdetir jin tevlî me bibin. Jin li her qada jiyanê rastî şîdetê tên. Fatura krîza aborî li jinan tê birîn. Ji ber vê em ê giranî zêdetir bidin xebatên xweser ên jinan. 
 
‘Divê jin, ciwan û kedkar li dijî faşîzma AKP’ê bibin yek’
 
Sultanê bi lêv kir ku HDP partiya herî mezin a muxalefetê ya Tirkiyeyê ye û heta dawî li dijî pergalê têdikoşe. Sultanê ev tişt anî ziman: “Partiya me her tim di bin bi zextan de ye. HDP ji ber partiya xizan, karker û bindestan e ji aliyê partiyên din ve di bin zexteke mezin de ye. Mînaka herî mezin a dijhiqûqiyê di 14’ê Mijdara 2019’an de li bajarê me bi operasyonekê pêk hat. 52 kes hatin binçavkirin. Divê jin, ciwan û kedkar li dijî faşîzma AKP’ê bibin yek. Em heta dawî li dijî vî şerî ne. Yekan e partiya ku aştiyê diparêze HDP ye. Em di wê baweriyê de ne ku pisgirêk bi riyên demokratîk bên çareserkirin.”