‘Projeyên şaredariyê ji ber deynan nakevin meriyetê’

  • 09:22 16 Çile 2020
  • Ramyarî
AGIRÎ - Şaredariya Panosê ya Agiriyê ji ber mîlyonan deynê ku şaredariya AKP’ê hiştiye, wesayîtên wê ketiye îcrayê û ji ber deynan nikarin projeyên xwe bikin meriyetê. Hevşaredara HDP’î ya Panosê Muşerref Geçer da zanîn ku ji ber deynan sê mehan nikaribûn mûçeyê xebatan bidin û got ew dîsa jî tevî her tiştî soza pêkanîna projeyan didin.
 
Li Panosê ya Agiriyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de HDP bi ser ket. Pergala hevserokatiyê li navçeyê bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin û hevşaredar Muşerref Akar û Emrah Kiliç jî ji bo navçeyê hewl didin projeyên xwe bikin meriyetê. Lê ji ber deynê ku şaredariya AKP’î ya 9 salan li ser peywirê bû hiştiye, li pêş wan bû astengiyek mezin. Dema hevşaredarên HDP’ê hatin ser peywirê, 136 mîlyon deynê hatibû hiştin ji gel re parve kirin. Beşeke deyn hat dayîn lê hîna ji ber deyn heciz tê ser wesayîtên şaredariyê.
 
Muşerref Geçer, diyar kir ku gelek projeyên wan hene lê ji ber deynê şaredariyê nikarin tiştekî bikin û got tevî hemû deyn û hecizê, dixwazin daxwazên gel bînin cih.
 
‘Deynên AKP’ê em bêzar kirine’
 
Muşerrefê destnîşan kir ku wan bi dengekî mezin şaredarî girtine û got: “Me bi bawerî, rêzdarî û nirxa ku gel da me şaredarî girt. Lê ji ber deynên AKP’ê em bêzar bûn. Bi taybet em di alî pêkanîna projeyên xwe de zehmetiyan dikşînin. Heta niha me gelek pirsgirêk jiyan. Di dema AKP’ê de 360 xebatkar hatine girtin. Me sê mehan di alî dayîna mûçeyan de pirsgirêk jiyan. Me got deynê ji AKP’ê maye heye. Her wiha heciz hatine ser wesayîtên şaredariyê. Lê tevî her tiştî em ê xebatên xwe bimeşînin. Her wiha me heta niha gelek projeyên xwe jî xistine meriyetê. Em bi pirsgirêka binesazî û avê re ji nêz ve eleqeder bûn. Me di 6 mehan de xist meriyetê. Gel xwedî li pergala hevserokatiyê derdikeve. Em gelek kêfxweş dibin.”