Pervîn Buldan: Tevî zextan em li ser piya ne

  • 15:54 15 Çile 2020
  • Ramyarî
STENBOL - Hevserokên Giştî yên HDP’ê beriya kongreya xwe ya giştî di 23’ê sibatê de li dar bixin bi rojnamegeran re hatin gel hev. Pervîn Buldan bal kişand ser girîngiya kongreyê û got: “Tevî hemû zextan jî em li ser piya ne.” 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Hevberdevkên HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk û partiyên pêkhateyên HDP’ê li otelek navçeya Beyoglû ya Stenbolê bi rojnamegeran re civiyan. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û destnîşan kir ku beriya ew kongreya xwe di 23’ê sibatê de li dar bixin zextên giran li ser partiya wan hene û got: “HDP partiya ku têkoşîna azadî û aştiyê li Tirkiyê dide ye. Îro di hedefa îqtîdarê de tenê HDP heye. Ji bo vê yekê em bi pêlên binçavkirin û girtinê re rûbirû dimînin. Tevî van zext, girtin û binçavkirinan jî em li ser piya ne. Ji bo ku em hêza xwe ji gelê xwe digirin em li ser piya ne.” 
 
'HDP xwedî hêzek e'
 
Pervîn bi bîr xist ku ew dîsa di serdemek ku zextên giran li ser partiya wan hene kongreya xwe li dar dixin û ew bi hêvî ne dê kongreya wan dîsa bi coş û beşdariyek zêde li dar bixin. Pervîn, da zanîn ku ew kongreya xwe wek bersivek mezin a li dijî polîtîkayên şer dinirxînin û got: “Em kongreya xwe ji bo rêveberiyek demokratîk a Tirkiyê dibînin. HDP û pêkhateyên xwe hemû planên li dijî wan xera dike. Me armanca xwe ya hilbijartinên xwecihî li Kurdistanê jî û li Tirkiyê jî bi ser xist. Me nîşanî her kesî da ku HDP xwedî hêzek çawa ye.” 
 
'Qeyûm tayînê 32 şaredariyan kirin'
 
Pervîn, diyar kir ku di nava du salên dawî de herî kêm 5 hezar kes ji partiya wan hatine binçavkirin û hezar kes jî ji van hatiye girtin û wiha axivî: "Piştî tayînkirina qeyûman 25 hevşaredarên me hatine girtin. Qeyûm tayînî 32 şaredariyên me kirin. Îktîdara ku nikare me di hilbijartinê de têk bibe, bi dizî û xespê şaredariyên me desteser dike.” 
 
'Li ser çapemeniyê ambargoyek mezin heye'
 
Pervîn, da zanîn ku li pêşiya Tirkiyê meseleyên girîng hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêdiviya Tirkiyê bi qanûnek bingehîn a demokratîk heye. Li hundir û derve pêdivî bi aştiyê heye. Em wek HDP’ê têkoşîna vê yekê jî birêve dibin. Em li Tirkiyeyek edalet, hiqûq û demorkasî lê nîne dijîn. Pêdivî bi edaletek civakî heye. Lazime dijminî û dubendî were bidawîkirin. Ji bo ev yek bi dawî bibin jî çi ji destê me tê em dikin. Li welat ambargoyek mezin li ser çapemeniyê ye. Çapemeniya ku rastiyê dinivîsine û nîşan dide tê cezakirin. Ji bo vê yekê HDP têkoşîna azadiya çapemeniyê dide. Her wiha em li welatek ku komkujiyên jinan lê pêk tê dijîn. Em wek HDP’ê têkoşîna ji bo mafên jinan bi rêve dibin. Hema bêje li hemû girtîgehên Tirkiyê ronakbîr û siyasetmedar lê girtî ne.”