‘Divê hemû hêz destên xwe ji Lîbyayê bikşînin’

  • 09:03 10 Çile 2020
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş diyar kir ku li Rojhilat di destê AKP’ê de tenê cîhadiyên li Îdlîbê mane û der barê şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê jî got: “Rewşeke xwedîderketin û populartîteyeke cidî tune.”
 
Seroka Giştî ya Partiya Kedkarên Sosyalîst, Guneş Gumuş geşedanên li Tirkiyeyê û pêvajoya li Lîbyayê didome nirxand û da zanîn niha rîska pevçûneke germ tune, lê geşedanên li herêmê ji bo pêvajoyên cur bi cur amade ye.
 
‘Niha pevçûneke germ xuya nake’
 
Guneşê destnîşan kir ku aşkere ye ku DYA rojeva şerekî nû dixwaze û hewl tê dayîn ku Îranê jî tevlî vê rojevê bikin. Guneşê wiha got: “Ya ku dihat payîn pêk hat û Îranê li hember DYA’yê mîsîleme kiriye. Niha pêvajo, wek aloziya bi kontrol berdewam dike. Îranê daxwaza xwe îlan kir. Got ‘me kulm li DYA’yê da û leşker kuştin’. Dema em li DYA’yê dinêrin, daxuyaniyeke pir êrîşkar tune. Dibêjin ‘ji bo me baş diçe, hewce bike artêşeke me ya xurt heye, em ê mudaxale bikin’. Niha xuya nîne ku ev alozî veguhere pevçûneke germ. Lê pêkan e ku ev pêvajo biguhere pêvajoyên din.”
 
‘Mirov dikarin bêjin ku qada DYA’yê teng bûye’
 
Guneşê bi lêv kir ku suîkastên pêk hatine, ji bo Îranê baş bûye û got: “Rejîma Molla di tengasiyê de bû. DYA’yê bi vê re ji wan re kredî vekir. Yên Iraqê ji hebûna Îranê nerehet bûn. Îranê dixwest Iraq parçe parçe bimîne û di bin hegemonya wan de be. Li Îranê ji ber xizaniyê pirsgirêkên cidî hene. Çi bû, rejîmê xwe da pişt pêxember û çanda eşûreyê. Yanî em dikarin bêjin ku ev ji bo Îranê di alî derbaskirina krîzêde baş bû. Li aliyê din jî qada DYA’yê teng kir.”
 
‘Destê AKP’ê de cîhadiyên Îdlîbê man’
 
Guneşê balkişand ser geşedanên li Lîbyayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP bi fikrên nû yên Osmanî tev digere û xwe li Rojhilata Navîn serdest dibîne. Lê li Rojhilata Navîn di destê AKP’ê de tenê cîhadiyên li Îdlîbê mane. Têkiliyên bi Heyeta Mutabakata hatiye avakirin jî maye. Tirkiye niha bi her kesî re di pevçûnê de ye. Bi Misir, Suudî Erebîstanê re jî li hev nakin. Bi vî awayekî mudaxaleyê pêvajoyên Rojhilata Navîn dibe. Bi mudaxaleya leşkerî jî raste rast dixwaze bibe parçeyê pevçûnên li Lîbyayê.”
 
‘Divê hemû hêz destên xwe vekişînin’
 
Guneşê wiha got: “Divê qedera Lîbyayê, welatiyên Lîbyayê diyar bike. Hêzên emperyalîst yên li herêmê, ev leşker e muhîmat e, divê mudaxaleya li Lîbyayê bi dawî be. AKP jî tê de divê hemû hêzên wir destên xwe ji Lîbyayê bikşînin. AKP di siyaseta hundir de têk çûye. Me encamên hilbijartinê dîtin. Bi awayekî cidî şaredarî winda kirin. Ji ber vê jî dixwaze rojevê biguhere. Lê popularîteyeke wê ya cidî û xwederketinek jî tune.”