‘Em ê di nava her şerd û mercî de li qadan bin’

  • 09:04 8 Çile 2020
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Perîhan Agaoglu ya di kongreya navendî ya HDP’ê ya Mêrdînê de hevseroka nû hat hilbijartin wiha got: “Em ê bi jinan re têkiliya xwe qut nekin. Ji bo ew di alî aborî, çandî û civakî de pêş bikevin çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê bi hemû jinên ji bawerî û netewên cuda re bên cem hev û têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Wezareta karê hundir di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayînê şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê kir û piştî vê jî qedexeyên bername û çalakiyan hatin destpêkirin û hîna jî didomin. Di qedexeyan de operasyonên binçavkirinê jî berdeawam kirin. Li bajar HDP’ê kongreya xwe ya 3’emîn pêk anî. Tevî dorpêçê bi sedan kes li salonê hatin cem hev û Perîhan Agaoglu hevseroka HDP’a Mêrdînê hat hilbijartin. Perîhanê da zanîn ku tirsa ku bi mehan bû hewl dihat bê afirandin bi kongreyê re bi dawî bûye.
 
‘Di kongreyê de mirovan nîşan dan ku ew natirsin’
 
Perîhanê got: “Yek ji bajarên ku herî zêde zext lê dihatin jiyîn Mêrdîn bû. Li bajar di pêvajoya dawî de zext gelek zêde bûn. Mêrdîn bajarekî bi deng, reng û bi zimanê xwe bajarekî girîng e. Heta îro bi qeyûman, bi binçavkirinan tiştekî ku nema kirin. Dawiya polîtîkayên wan nayên. Bi mehane li bajar qedexeya bername û çalakiyan hebû. Mirov nikarin bîhna xwe bigirin. Di kongreya dawî de me nîşan da ku em natirsin. Salona kongreyê bi jin û ciwanan, bi gel tije bû. Tevî dorpêça salonê mirov hatin salonê.”
 
‘Em ê giranî bidin xebatên jinan’
 
Perîhanê destnîşan kir ku di dema nû de wê li bajar giranî bidin xebatên jinan û ev tişt anî ziman: “Li Mêrdînê ne tenê gelê Kurd, Suryanî û Ereb jî dijîn. Xwedî dîrok û xweşbiniyeke mezin e lê tevî vê feodaliyek heye. Ji paşerojê heta niha ji ber pergala serdest a mêr jin derneketin pêş. Lê jinên ku jiyana azad dixqiwazin divê di siyasetê de cih bigirin. Em jî di dema nû de pêşiya vê rewşê vebikin. Em ê têkiliya xwe bi jinan re qut nekin. Ji bo jin di qada aborî, çandî û civakî de pêş bikevin çi ji destên me bê em ê bikin. Di vî alî de xebat û serdanên me yên malan wê bidomin. HDP partiya jinan e. Em ê jî bi hemû jinên ji bawerî û neteweyên cuda re bên cem hev û têkoşîna xwe bidin.”
 
‘Zextên li ser gel parçeyekî tecrîdê ye’
 
Perîhanê bi lêv kir ku zextên li ser bajaran tên meşandin parçeyeke tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kaos û tezkereyên şer jî encama tecrîdê ye. Zextên li ser bajarên Kurdan jî tecrîda li ser Birêz Ocalan bi bîr dixe. Dixwazin gelê Mêrdînê ji HDP’ê dûr bixin. Li ser bajar û gelan jî tecrîda giran pêk tînin. Zextên li ser Mêrdînê jî rewşa şênber a tecrîdê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi awayekî herî giran jin dijîn. Zîhniyet vê jî bi zanebûn dike. Em vê dizanin. Lê bi qedexe û dorpêçan wê negihêjin cihekî. Em ê di nava her şerd û mercî de li qadan bin.”