‘Divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin'

  • 15:40 7 Çile 2020
  • Ramyarî
AMED - HDP'ê li Amedê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenter Semra Guzel di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: "Tecrîd, rêbazeke îşkenceyê ku ji demê re hatiye hiştin û sûcekî mirovatiyê ye. Divê polîtîkayên tecrîdê bên bidawîkirin."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê li avahiya xwe derbarê geşedanên siyasî daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Musa Farîsogullari û Dersîm Dag û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Semra Guzel ve hat dayîn. 
 
Semra, diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê hêj jî didomin û wiha dest bi daxuyaniyê kir: "Tecrîd, rêbazeke îşkenceyê û ji demê re tê hiştin û sûcekê mirovatiyê ye. Dê bi Îmraliyê ve aştî pêk bê. Divê polîtîkayên tecrîdê ji holê bên rakirin. Pêvajoya heyî bêyî tecrîdê em nagirin dest. Her du pêvajo bi hev re dimeşin. Her roj li Tirkiye û cîhanê rewş diguherin. Pergala kapîtalîst niha di nava krîzê de ne û dixwaze bi şer ji krîzê rizgar bibe. Di sala 2019'an de her kes dît ku li dijî polîtîkayên xelet yên dewletan gel serî rakir û ji bo jiyaneke azad û wekhev li ber xwe dan."
 
'Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan'
 
Semra, destnîşan kir ku sekn û tespîtên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê perspektîfeke çareseriyê ye û wiha dom kir: "Di her merheleyê de parastina vê perspektîfê kir. Perspektîfa çareseriyê ne bi şer bi aştiyê, ne bê hiqûqî bi rêgezên jiyana civakî û perspektîfeke neteweyî ye. Piştî şerê 2'yemîn a Cîhanê dewletan xwe bi zîhniyeta netew-dewletê xwe heyî kir, lê tenê 100 sal dom kir. Ev zîhniyet bi xwe re krîz anî û bû sedema gel di nav êş û azaran de bijîn. Perspektîfa netew-demokratîk modelek e, dê ji bo hemû gelên cîhanê dê bibe rêya rizgariyê."
 
'Hevdîtin tên astengkirin'
 
Semra di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên êrîşkar ya li hemberî Îmraliyê û wiha dom kir: "Dema Ocalan ji bo çareserî û aştiyê dixafe, neçareserî bêtir tê kûrkirin. Hevdîtina parêzer û malbatan tê astengkirin. Sekneke keyfî tê nîşandan. Ev tişt ji ber zîhniyeta faşîzmê pêk tê. Daxwaza rakirina tecrîdê ne tenê daxwaza kurda ye, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî daxwazek e. Li pêşengiya Leyla Guven li girtîgehan û li derveyî welat grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Bi saya berxwedanê li Îmraliyê dengek hat. 7 hevalên me li girtîgehê û li Almanyayê jî hevalek me li dijî tecrîdê çalakiyek li dar xistin û dawî li jiyana xwe anîn. Lê hikûmet helwesta Ocalan ji xwe re xetere dibîne û polîtîkayên xelet dimeşîne."
 
'Li dijî êrîşan gel rabû ser piyan'
 
Semra, da zanîn ku di 9'ê cotmehê sala 2019'an de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşek pêk anî û di encama êrîşê de 18 zarok û bi tevahî 128 civîl jiyana xwe ji dest dabûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê pêvajoyê de me dît ku ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan jiyaneke bi hev re hewceye. Li cîhanê her kes li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn ser piyan."
 
'Qeyûm tayînê 32 şaredariyan kirin'
 
Semra, destnişan kir ku konsepta şer û bêhiqûqî ya hikûmetê êdî pêşerojê misoger nake û wiha dom kir: "HDP'ê temînata aştî û gelan e. Lê dixwazin bi binçavkirin, girtin û polîtîkayên qeyûman gel biçewisînin. Dadgeh bê hincet qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Heta niha qeyûm tayînî 32 şaredariyan kirin, 27 hevşaredar hatin girtin. Vîna 2 mîlyon 618 hezar 890 hilbijêran hat xespkirin. Ev nezîkatî nasnekirina vîna gel e."
 
'4 hezar 567 HDP'yî hatin binçavkirin'
 
Semra, di axaftina xwe de bal kişand ser girtin û binçavkirinan û wiha axivî: "Di nav salekî de 4 hezar 567 hevalên me yên HDP’î hatin binçavkirin, 797 hevalên me hatin girtin. Hevalên me yên girtî li girtîgehan rastî polîtîkayên dijwar re rûbirû dimînin. Bi lêgerîna tazî û şîdeta fîzîkî re rûbirû dimînin. Me tu carî li hemberî polîtîkayên bi vî rengî paşve gav neavêt. Em polîtîkayên şer û zilmê qebûl nakin. Her wiha ji bo gelan divê dev jî polîtîkayên şer bê berdan û her wiha polîtîkayên tecrîdê divê bê bi dawî kirin."