'Biryara şer mêr digire û jin du caran jiyana xwe ji dest dide'

  • 14:40 4 Çile 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan di Konferansa Jinê ya HDK'ê de axivî û got:"Di vê pêvajoya ku şer dijwar dibe divê yekîtiya neteweyî ya Gelê Kurd derkeve pêş."
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 10'emîn Konferansa Jinê ya Lijneya Giştî li eywana konferansê ya Hotel Akar Internetıonal a Enqereyê pêk anî. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê Salîha Aydeniz, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî konferansê bûn. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan di Konferansa Jinê ya HDK'ê de axivî.
 
'Em hêvî dikin ku ev serdema bibe azadiya jinê azadiya Gelê Kurd'
 
Pervînê got:"Niha em di nava pêvajoyek girîng û di heman demê de jî dijwar de derbas dibin. Her welat ji bo berjewendiyên xwe di nava vî şerî de cihê xwe digirin. Biryara şer mêr digire û jin du caran jiyana xwe ji dest dide. Mirina Qasim Suleymanî nîşan dide ku ew ê hevsengiyên nû pêk werin. Li Rojhilata Navîn ji bo Gelê Kurd bi ser bikeve pêdivî ji yekîtiya neteweyî heye. Heta ku yekîtiya neteweyî pêk neyê ew ê Gelê Kurd bê çewisandin. Em hêvî dikin ku ev serdema bibe azadiya jinê azadiya Gelê Kurd."
 
'Dê jin di rêya sêyemîn de werin gel hevdu û li berxwe bidin'
 
Piştre Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Salîhayê got:"Do ez li Girtîgeha Kandirayê bûm. Hevseroka serdema berê ya ya DBP'ê Sebahat Tuncel silav ji bo kongreyê şand. Hemû jinên ku li Kandirayê li berxwe didin silav li me kirin. Li Rojhilata Navîn jin di nava siyasetê de cihekî girîng digirin. Dê jin di rêya sêyemîn de werin gel hevdu û li berxwe bidin. Em hemû jinên ku di rêya demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Dê têkoşîna jinê li dijî kapîtalîzmê bibe hêz."