Konferansa Jinê ya HDK'ê: Em ê îradeya azadiyê pêştir bixin

  • 13:30 4 Çile 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Di 10'emîn Konferansa Jinê ya Lijneya Giştî ya HDK'ê de Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigit got:"Em jî dixwazin li vî welatî Rojavaya xwe ava bikin. Em dixwazin vê yekê niha pêk bînin." Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî wiha got:"Em hedef dikin ku 2020'an bike sala azadiya gelê kurd. Ji bo vê yekê jî divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe."
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 10'emîn Konferansa Jinê ya Lijneya Giştî li eywana konferansê ya Hotel Akar Internetıonal a Enqereyê pêk anî. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê Salîha Aydeniz, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî konferansê bûn. 
 
Li eywana konferansê pankartên bi nivîsên "Bi serîlhildana jinên Rojava, Şîlî, Sûdan, Îranê ber bi avakirina jiyanek nû","Em jiyana azad ava bikin" hatin dardekirin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigit axaftina vekirinê kir. 
 
'Li dijî mêtingeriyê jinan her dem li berxwe dane'
 
Gulîstanê sê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar ên ku di 5'ê Çileyê 2016'an de li Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got:"Têkoşîna jinên azad têkoşîna me ye. Li dijî mêtingeriyê jinan her dem li berxwe dane. Her roj îktidar ji bo paldanka xwe zexm bike li dijî jinê polîtikayên şidetê dixe meriyetê. Em dizanin ew ê têkoşîna me wan têk bibe."
 
'Ji bo Kurdî em li berxwe bidin'
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven wiha got:"Dibêjin wekheviya gelan lê nahêlin ku gelê kurd bi zimanê xwe bi awayekî azad biaxive. Ji bo Kurdî em li berxwe bidin. Îktidar ji bo hebûna xwe mayinde û dewam bike êrîşî zimanê kurdî û jinan dike. Em ê destûrê nedin vê yekê. Em hedef dikin ku 2020'an bike sala azadiya gelê kurd. Ji bo vê yekê jî divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe."
 
Konferans bi axaftina Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan didome.